ID:70026679

Feydeyên guhdarkirina muzîkê çi ne?

Dilê me ra çawa be, xemgîn an dilxweş be, muzîk her dem nêzê me ye. Muzîk dikare di kêliyên meyên xemgîn de me dilşad bike. Carcarinan, di kêliyên meyên herî şa de, bi muzîkek xemgîn, em bîranînek xirab bi bîr tînin û dilteng dibin. Li gorî lêkolîna zanyar, guhdarîkirina muzîka weya bijare di mejî de “enerjî û hestên erênî” derdixe holê. Stres kêm dibe û mirov him ji hêla derûnî û him jî ji hêla laşî ve baştir xwe hîs dike. Ji demên kevnare ve, muzîkê di dermankirina gelek nexweşiyan de bandorên pir erênî jî daye.

Faydeyên muzîkê:

  • Ew ji bo pergala dil û demaran baş e.
  • Ew rehetiya derûnî peyda dike.
  • Êşan sivik dike û hiltîne.
  • Ew hêrsê kêm dike û aram dibe.
  • Ew pergala parastinê xurt dike.
  • Ew ji bo ber kirin û fêrbûnê re dibe alîkar.
  • Lêcivînê zêde dike.
  • Ew rîska nexweşiyan kêm dike.
  • Ew we dilxweş dike.
  • Ew di kontrola xwarinê de dibe alîkar.

 

Ne tenê guhdarî kirin lê çêkirina muzîk û stranbêjiyê jî gelek sûdên tenduristiyê hene:

Mîna dema ku hûn egzersizan dikin, dema ku hûn bistirên hûn dest bi avzêkirina hormona endorfînan dikin. Endorfînên ku di laş de mîna êşkêşkarek dixebitin, me dilxweş û ewle hîs dikin, û dilxweşiya me bilind dikin.

Digel endorfîn, serbestberdana we ya hormona oksîtosîn jî zêde dibe. Hormona oksîtosîn, ku li ser stres û fikarê bi bandor e, alîkariya we dike ku hûn laşê xwe rehet bikin û hesta depresyon û tenêtiyê kêm dike.

Çocuklarınızın İngilizce Öğrenebileceği 7 İngilizce Şarkı - Cambly

Zarok û muzîk …

  • Di zaroktiyê de standina perwerdehiya muzîkê; di civakê de qabîliyeta wan a baldarbûnê, bîranîna wan û geşedana wan a civakî xurt dike. Ew dihêle ew bi eşkerekirina behreyên xweyên muzîkê bibin takekesên bixwebawer. Qabiliyetên fêrbûna zarokên dilxweş jî zêde dibin.
  • Zarokên ku perwerdehiya muzîkê dibînin, di xwendin û nivîsandinê de ji zarokên din pir rehettir û serfiraztir in. Van zarokan di fonetîk, vegotin û vebêjiyê de pir serfiraz in.
  • Muzîk di zarokan de bîrkarî û bîrê xurt dike.
  • Muzîk li ser pêşketina zêhna hestyarî (EQ) a li zarokan bandorek mezin dike.

Werger: Çandname

Çavkanî: hthayat

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply