Nivîskar bûyer li gorî cih û demê xistine rêzbendiyê. Ji zaroktiyê heta xortaniyê, di nav
de jî bikaranîna sawêr û wênekêşana bizav û deveran, ku rûberekî berfireh ji cih, dem
û jîngeha wê cografyayê li xwe girtiye.
Konê Reş li ser wê cografyayê jî dibêje: "Beriya Mêrdînê an Deşta Mêrdînê, deştek bi
nav û deng e. Beşek ji parêzgeha Hesekê ye, anku ji Cizîrê ye; deştek rast, dûz û fireh
e. Ev deşt ji bakur ve, ji Çiyayê Omeriyan, Mazî, Hêrik û Deşta Wêranşarê, Qelaçê
Hilêliyê, Çiyayê Xursê û Çiyayê Mêrdînê destpê dike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku
digihêje Çiyayê Ebdulezîzê Geylanî (Kizwana). Ji Rojhelat ve Çemê Ceqceq e û ji rojava
ve Çemê Xabûr e.
Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)" xwe sipartiye dîrokê, lê pabendî bi
wê yekê kiriye, ku merc û akarên hunerî, wêjeyî yên romana jînenîgariyê werbigire.