Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)

Rêzbendiya bûyer, xelek û qonaxan, li gorî ger û pêvajoya demê hatiye. Di nav de
zanyariyên riyalîstîk û rasteqîne, ji çavkaniya bîranînên xwe werdigire. Wan
zanyariyan, derbarê qonaxên girînig ji zaroktî, ciwanî, temen û jiyana xwe radigihîne.
Bizaveke takekesî bû, gihiştibû astekê ku pêwîstiya wê bi derbirrînê hebû, ew
derbirrîn, bi şêwazê romana jînenîgariyê hate berhemanîn û ristin, ku bûye
nimûneyek ji bo jînenîgariya gelek kesên ku li wan navçeyan dijiyan, yan jî dibe
rewangehek ji bo kesên ku dixwazin zanyariyan li ser wan navçe, civak, jîngeh,
dabûnerît û nişteciyan binasin.

Mikurhatin, bîranîn, bîrname, gilî û gazin, bi rastgoyî, li ser tevnê romanê hatine
raxistin. Êdî rûpelên jiyana mirovekî vedike û ronahiyê davêje ser aliyên balkêş, di wê
jiyanê de, bêyî ku ciwaniya şêwazê dariştin û vegotinê piştguh bixe, bi mebesta
parastina nasnameya wêjeyî û hunerî ya berhemê.

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply