Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)

Beriya Mêrdînê" ne tenê çîroka jiyana takekesekî bi navê (Konê Reş) e, lê belê
ayîneyek e ji bo dem û dewra dîrokê, herwiha bizaveke dewlemend werdigerîne û ji
bo xwendavanan vediguhêze, ku ew jî ligel wî beşdariyê di wê bizavê de bikin û nerîn
û axaftinên wî li ser demeke dîrokî ji jiyan û civakê, di nav de jî hest û helwestên
nivîskar, ku bi awayekî wêjeyî vedibêje, binasin. Hin ji bo nasandinê, hin ji bo
dilxweşkirinê û hin jî ji bo belgekirina serdemeke dîrokî û navçeyeke cografî.

Piştî temenkî têrbizav, Konê Reş romana jînenîgariya xwe nivîsandiye û ji çavkaniya
bîranînên xwe, dîmen û wêne wergirtine, wiha jî rûpelên jiyanekê nîşan dide, ku bi
ser asoyan de vekirî ye. Di nav de pirsên girêdayî civak, niştiman, dîrok û mirovan
hene, bi egera ku bersiv êdî li cem xwendevanan peyda bibin, yan jî di nav rêz û
hevokan de li wan bigerin û bibînin.

Derbar Konê Reş

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply