Konê Reş

Sermawêz, 2018

  • 5 Sermawêz

    Odeyên Cizîrê û Rola Wan/1

    Di wê zaroktiyê de min xwe dît ku, mala me di pala girê gund de ye.. Odeyeke mezin û kîlereke biçûk pê ve, ji erdê baş bilind xuya dikir.. Pê ve jî dikek mezin û bilind ji bo rûniştina havînî di rex deriyê hewşê de, cî digirt û berê wan li başûr bû.. Gelek caran min xizmeta mêvanên wê odeyê …

  • 4 Sermawêz

    Du Helbest ji Evînî; ji Evîna Rojên Kevin

    -1- Wek gulekê bû di nav gulistana gulên welatê min de.. Wek karek xezala bû di biharek bi baran de.. Bi xeml û xêzek modern xemilandî bû; Du çavên reş î kilkirî, di bin du kevanên qelemkirî re dikeniyan.. Du kevokên dîl, di bin gumlikê wê de diraqisîn û dikirin ji sînga wê bifirin.. Wê jî hin caran bi tiliyên …

Cotmeh, 2018

  • 29 Cotmeh

    Mehcir Kî Ne û Çima Mehcir Bûne?

    Gundê me mezin bû, xelkên têde col bûn. Erê gundê eşîra Bûbilana bû lê ji gelek eşîr û bavikên din jî, dijiya xwe têde derbas dikirin wek: Omeriya, Mihelmiya, Seyida, Bavfilleha û Mehcira.. Evên dawî (Mehcir), ji kû hatibûn, çi kes bûn, me nizanîbû.. Digotin Mehcirên welatê jorî ne; Hesena û heydera ne, ji Bedlîsê, Wanê, Başqela, Mûşê û Titwanê …

  • 28 Cotmeh

    Geşta li Gundê Abrê; Gundê bîst û heft goristan!

    Berî dor salekê li ser daxwaza min û Cemîlê Elêwî serokl eşîra Cobira, digel du hevalan çûm gundê Abrê. Gundê Abrê li herêma Aliya, bakurî Çilaxa bi dor 5 km û 50 km bareşî Qamişlo û 40 km rojavayî bajarê Cizîra Botan dikeve. Gundekî mezin û ava ye, dor 150 malî têde heye. Sirûşta gund gelekî xweş e.. Gund li …

  • 10 Cotmeh

    Dr. Nûreddîn Zaza (Berî 30 salî li Lozan ji hespê xwe peya bû!)

    Bi helkeftina ku di roja 07/10/2018’an de, (30) sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, bi min xweş e ku em wî bibîr bînin.. Têkoşîniya wî, ked û xebata wî ji zarokên xwe re bibêjin û şanî wan bidin.. Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me, …

  • 2 Cotmeh

    Ji Evîna Rojên Kevin: Pîrik (Pîrka Min Nûra Keye û Dayika Min Xensê)

    Pîrik; Di nav me xelkên Beriya Mêrdînê de, ji wê jina ku bi temenê xwe mezin, xwedî serborî û zanîn di jihevxelaskirina jinên ducanî de (Pîrik) tê gotin. Anku ewa ku jinan diwelidîne.. Bi erebî jê re dibêjin Daye (داية), bi ingilîzî dibêjin (Midwife). Nûra Keye pîrka bavê min (Pîrik bû). Jinên gundê me û jinên bi 10-15 km ji …

Îlon, 2018

  • 10 Îlon

    Ji Evîna Rojên Kevin: Tifik, Bixêrîk û Ardiwê Malê

    Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin. Di her malekê de tifik hebû. Ew tifik di qorzîkek hêwana malê de bû. Di ser re, bixêrîk ber bi jor ve dirêj dibû, agir di tifêkê de dihat dadan û dûyê wê di bixêrîkê re …

  • 1 Îlon

    Pîroznameyê Seydayê Cegerxwîn ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re

    Ji ber giringiya gotinên seydayê Cegerxwîn, bi min xweş e ku vê pîroznameya wî, ya berî 75 salan ku bi helkeftina weşana rojnameya Roja Nû ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re şandiye, ji we re raxînim ber çavan, fermo bixwînin: Konê Reş “Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, …

Tebax, 2018

  • 8 Tebax

    Qedrî Can û Pêşgotina Dîwana Seydayê Cegerxwîn

    Bi helkefta ku di roja 9/8/2018an de 46 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê pêşgotina wî ji dîwana Seydayê Cegerxwîn re raxînim ber çavan: Berî pêlekê min ronahî berda dor pêşgotina ku Mîr Celadet Bedirxan ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn (Pirîsk û Pêt/1945) nivîsandiye. Ev dîwan ji weşanên kitêbxaneya …

Tîrmeh, 2018

  • 28 Tîrmeh

    Ji Evîna Rojên Kevin: Zimanê Çûka

    Di zaroktiya min de, hin caran xortên gund yên ji me mezintir bi zimanekî bi hev re xeber didan, da ku em zarokan ji wan fam nekin. Me ji wan fam nedikir. Hin caran jî dema ku du zilam li ber dîwarekî bi hev re, li dor problemeke taybet diaxifîn û zarokek ji me biçûya kêleka wan, wan zilaman axaftina …