Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê bijartibin û danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Şêx Abdulselamê Barzanî, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî, Dr. Nuredin Zaza û… li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir û hevalên xwe ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandine Sovyêta berê.. Va îro, bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdistan, bijî Kurd û Kurdistan. Ji helbestên ku di pesnê Ala Kurdistanê de hatine nivîsandin û belavkirin:
1 – Mîr Celadet Bedirxan, sala 1932an:
Alê Kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengê te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor..
2 – Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sala 1932an:
Ronahîya dil û çav
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer..
3 – Osman Sebrî, sala 1936an:
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn Kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ez ê te hildim
Tu yî xemla banê min..
4 – Cegerxwîn, sala 1941ê:
Ala sê rengî tu
Bi nav û dengî tu
Nişan û cengî tu..
Îro, me tu kiriye himbêz
Rojek wê bê, te bikin rêz
Di eywana, li ser bana
Rojên şadî tu xemil û xêz
Kesik û sor û zerî
Ey xortên kurdan
Silavê lê bikin…
5 – Ehmedê Namî, sala 1943an:
Pêşkevin em serfirazin miletê kurdî
Yan mirin dê bibînin, yan jîna kurdî
Bi xwendin û xwendegehan, bi Al û leşker
Dê bijîn paşê dikarin rêçê bibin ser…
6 – Tahayê Mayî, sala 1943an:
Kesk û sora roj li nave
Sipiye befra li welat
Rojeka pir zîv belave
Wextekê zêrên helat..
Ala min her dem li jor e
Şox dibin pê ser çiya
Em dixwazin bo te îro
Tu bijî bo vê nijad…
Konê Reş
Qamişlo. 19.12.2018