Ezbenî! Va payîz hat û darên di hewşa me de têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re namîne.. Û şev bi dûv şevê de rêz dibin.. Stêrên asman xwe di nav reşewrên vê payîzê de vedişêrin..
Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di hewşa me de, di nav gul û kulîlkên me de şîn tên, jibîr nakin..
Ezbenî! Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin.. Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re biken in..! Zerera wan nîne, dahola wan vala ye û rojên wan kurt in.. Ew wek gehayê di hewşa me de ne, tu carî nikarin bibin mîna darên di hewşa min û te de.. Tevî Bekotiya wan, pêwîste em bi wan re bi gurnijin û bikenin, li wan guhdarî bikin û baweriya wan bîne ku ew rast in..!
Ezbenî! Bilive pêş.. Li paş nezîvire.. Jiyan bê rawestandine.. Dar şipya dijîn û şipya dimir in..
Va payîz bi lez û bez êrîş dike.. Kirasê daran ji wan dike, wan tazî û rût dike û rastiya wan şanî me dide.. Dibe sibe an dusibe, careke din baran bibare û serpêhatî dengvedan, tevlî xuşxuşa ava çemên ku berê xwe didin deryayê, bibin. Hingê tê ji riçin û gehayê di hewşa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de belawela bûye..
Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake.. Lehî û şapa ku ji çiya tê xwarê, newal, gelî û dolan ji qirêja havînê paqij dike û razayan ji xew şiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, pişta xwe bide wan û werê em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Ma ne dar şipya dijîn û şipya dimrin.
Konê Reş
Qamişlo