Depoya Weşanên Avestayê ya li navçeya Sûrê duh êvarî saet 22.00’an rastî êrişê hat û depo ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi molotofan hat şewitandin û gelek pirtûkan zirar dît.
Edîtorê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser vê yekê ji BasNûçe’yê re axivî û got ku em nizanin kak ê kiriye. Keskin eşkere kir ku gef li wan dihat xwarin û ev yek di mailên wan de hene û wiha berdewam kir: “Heta niha gef li me dixwarin û di mailên me de ev yek heye. Sala 2016’an li navenda Amedê pirtûkên Celadet Alî Bedirxan, Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî şewitandin.“
Edîtorê Avestayê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ji çar aliyan camên depoyê şikandine û molotof avêtine hindurê depoyê û got, “li ser caman wêneyên bergên kitêban hebûn. Em nizanin bê kê kiriye. Em şermezar dikin.”
Basnûçe