“Boxeyê Birîvayê” ya Evdo Şêxo Derket

Di berhevoka nivîsên pexşanî ya li jêr navê “Boxeyê Birîvayê” de, nivîskarê ciwan Evdo Şêxo hewl dide ku êş û hestên xwe bi zimanekî biwêjî û dilrevîn di pîyaleya wêjeya Kurdî ya nûjen de ro bike.
Nivîsên ku giranîyê didin vegotina bîsteka dilsoj a janê; meşka rabihurî, îroroj û siberoja gelekî xêrjixwenedîtî kil dide.

“Havîn e, havîna Deşta Tozê ye. Qiçîna nîvroyê ez wekî ava tirîyekî Midyadî givaştime. Havîn e û ez nû ji devê tava nûhişyar derketime. Zeraqa tavê avêtiye ser xaka me ya dûz lê Binxet hîn dergûşa Birîvayê kil dide. Rojê kirasê şevê çirandiye û êdî dinya wekî dilê dayîk min ron e.”

Nivîsên “Boxeyê Birîvayê” xwe heta radeyekê ji bendên qalibên hiphişk ên polandina wêjeyê rizgar kiriye, îcar geh wekî nivîseke pexşanî ya çîrokî û geh wekî terzeke helbestî ya nazik şopa pênûsê vekiriye.

Boxeyê Birîvayê, Evdo Şêxo, pexşan, 88 rûpel, Weşanên Lîs 2016, Amed
ISBN : 978-605-9295-19-2

Etîket: Agahî, Danasin, Derket, Pirtûknasîn

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle