Dîrok: 20.03.2026

Gelî Musulmana!
İro ‘eydiya/cejna Remezanê ye. Ji alîkî va bona ku gîhîştin Meha Remezanê bi hizûr û aram in ji aliyê din va jî bona ku gîhîştin ‘eydiyê/cejnê em kêfxweş in. ‘Eydî; rojên yekrêzî û yekdestiyê ne. Cenabê Pêxember me vedixwîne balî yekrêzî û yekdestiyê va û ewha defermê: “Eleqa xwe ji hev û din nebirrin, ji hev nexeyidin, ji hev danegrin, dexesiya/çavtengiya hev mekin. Gelî bendeyê Xweda! Ji hev ra bibin bira.” (1) Em ummeta Mûhemmed Mûstefa jî eger wê dijminatî û xeydandina xwe bidin alîkî û wê dubendiya navbera xwe da li cîh bihêlin; emê zêdetir bi şahî û kêfxweşiya ‘eydiyê bihesin. Li hemberî kesê dixwazin nav me da fitne û fesadiyê tevrakin hişyar bin, dilê xwe ji hev ra vekin emê her rojê xwe bigerînin bixin ‘eydî.
Gelî Musulmana!
Rojê ‘eydiyan; rojên teybetî ne bona bi malbatî bi hev ra bin, nav hev da bin, bi hezkirin û bi evîn çend rojan derbaskin; dê û bavê xwe ji xwe razîkin, destê wan ramûsin, du’ayê wan bigrin.
Rojê ‘eydiyan; çawa Qasidê Xweda emir kiriye: “Gelî însanan! Nav xwe da silavê belavkin, xwarinê bidin, miqateyê merivatiya xwe bin, hengamê xelk xewê da ye hûn nimêjkin bi silametî herin bihiştê.” (2) ew rojanan in ku merû li merivê xwe, li cîranê xwe dipirse.
Gelî Musulmana!
Rojê ‘eydiyê/rojê cejnan; ew rojanan in ku em wek millet bi hîviya bibin mezherê mizgîniya fermana Qasidê Xweda ku difermê: “Kî îhtiyacîkî birayê xwe bîne cîh Xwedê jî îhtiyaciya wî tîne cîh.” (3) dibin çara pêdiviyên hewcedaran, merhema birînê kesê tengasiyan da, dibin dermanê derdê birayên xwe yê din bin zulm û sordestiyê da ne.
Gelî Musulmana!
Zarûkî piştî cenga Ûhûdê sêwî mabû, Cenabê Pêxember jê ra got: “Tu heznakî ez bibim bavê te, ‘Aîşe jî bibe deya te?” (4) Ew gotina Cenabê Pêxember der heqê sêwiyan da ji me ra dibe nimûne. İro em jî li gor wî exlaqê nişmî yê Cenabê Pêxember bikin destê xwe ser sêwiyan ra vegrin, bibin şirîgê şahiya wan a cejnê. Mezin-piçûk, pîr û ciwan, xweş û nexweş, sêwî û bêkes hema bi hemû zar û zêçan va ‘eydiyê ji xwe ra bigerînin cejn û şahî.
Gelî Musulmana!
Mescîd a Eqsa bi rojan e derî girtî ye. Zalimên xwînxwar, hurmeta qîbla me ya pêşî Mescîd a Eqsayê binpêdikin. Lê gotî ev yeka neyê ji bîrkirinê ku; dest dirêjî ‘îbadetxanan nabe, hurmeta wan nayê binpêkirin, di wan da ‘îbadet nayê qedexekirin. Loma gotî Mescîd a Eqsa dest da were vekirin. Musulman, bi awakî serbest mezgevtê xwe da ‘îbadet bikin. Hişyarî ya ku Xwedê li ser vê yekê dide xayet zelal e: “Ewê nahêle mizgevtê Xweda da navê wî were yadkirin û dixebite bona ew wêran bibin aya ji wî zalimtir kî heye?” (5)
Hêvî dikim û dû’dar im ku Mescîd a Eqsa û hemî ew war û welatê me yê di bin zulm û zordestiyê da feryad û fîxana wan e û ew kesên me yên ji cîh warê xwe hatine derxistinê û dûrxistinê bigîhîjin rojên xweş û geş.
Bi vê munasebetê va ’eydiya Remezanê li we hemiyan pîroz dikim.
Xutba xwe bi vê ayeta Heq Te’ala bi dawî tînim ku difermê: “Ji Xwedê ra ‘îbadet bikin û ti tiştî jê ra şirîg nehebînin. Bi dê û bavê xwe ra, bi merivê xwe ra, bi sêwiyan ra, ji xizanan ra, cîranê xwe yê nêzîng ra, ji yê dûr ra, ji hevalê xwe yê cem we ra, ji kesê rêwî ra û ji wan ên berdestê xwe ra baş bin. Kesê qurre yê bi fexr Xwedê jê heznake.” (6)

1.Tirmizî, Bîrr we Sîle, 24.
2.İbnû Mace, Et’îme, 1.
3.Mûslîm, Bîrr, 58.
4.İbnû Hecer, İsabe, I, 302.
5.Beqere, 2/114.
6.Nîsa, 4/36.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…