Xwendekar bi hişê sûnî spartekê xwe çêdikine: Kes nikare fehmbike

Xwendekarek zanîngehê ku navê innovate_rye li Reddit bikar tîne ji bo gotarek ku wî li ser hişê sûnî çêkirî nivîsand, A (di pergala herfan de pileya herî bilind) wergirt.

Daxuyand ku ew li dibistanê wekî xwendekarek stêrk tê dîtin, innovate_rye modelek zimanek hişmendiya çêkirî bikar tîne da ku piraniya karên xwe yên malê biqedîne.

Xwendekarekî pola yekem ê beşa biyokîmyayê dixwîne wiha got: “Mînakî ji me tê xwestin ku em 5 tiştên baş û nebaş ên li ser biyoteknolojiyê binivîsin. Min ji hijê sûnî çêkirî pirsî, “5 tiştên baş û nebaş ên biyoteknolojiyê çi ne?” “Ez pirsek bi vî rengî dişînim û ew bersivek ku A tê standin dide min.”

Xwendekar ji VICE re axivî û diyar kir ku beriya ku hişê çêkirî bikar bîne, karê malê ku wî wekî “karê dirêj” dihesibîne bi kêmî ve du saet dikişand û niha ev dem daxistiye 20 deqîqeyan.

Xwendekar got: “Ez hez dikim gelek tiştan hîn bibim, û ji ber vê yekê ez carinan dereng dimînim an jî dev jê berdidim.”

Ku meriv bikaribe vê zûtir û bi bandortir bike ji min re wekî jêhatîbûnek xuya dike.

Ji hêla din ve, innovate_rye ne tenê ye. Ji dema ku fîrmaya hişê sûnî OpenAI modela zimanê pir tê bikar anîn GPT-3 derxist , gelek xwendekaran dest bi serlêdana bernameyên weha kirine.

Nivîsarên ku bi van modelên zimanî têne hilberandin bi gelemperî ji tiştên ku mirov dinivîsin nayên cûda kirin.

Xwendekarekî lîseyê ku navê AeUsako_ li Reddit bikar tîne GPT-3 bi hevalên xwe re bikar anî da ku peywira xwe ya kaxezê ya li ser siyaseta cîhanê temam bike.

Koma hevalan di sala dawî de diyar kir ku pûanên wan hatine şikandin ji ber ku di metna hişê sûnî de referansên gotarên din tune ne, lê ew ji hêla mekanîzmayên kontrolkirina nivîsbarîyê ve nehatine girtin.

AeUsako got : “Ji ber ku min serlêdana Open AI-ê kir, min hewce nedît ku hemî wextê xwe bi nivîsandinê derbas bikim.” 

Pisporê hişê çêkirî û akademîsyenê Kanadayî George Veletsianos diyar kir ku ev bername ji hêla teknîkî ve tekstên orîjînal çêdikin û ji ber vê yekê ji algorîtmayên nivîsbarîyê ve nayên girtin.

Zanyar wiha got: “Nivîs ji cihekî din nayê kopîkirin, bi makîneyekê tê hilberandin. Ji ber vê yekê nermalava(întihala) kontrolkirina nivîsbarîyê nikare wê tespît bike.”

Ger em nefikirin ka em çawa dikarin di pêşerojê de amûrên kontrolkirina nivîsbarîyê baştir bikin, ez nafikirim ku ew ê nikaribin nivîsa ku ji hêla AI-ê ve hatî çêkirin tespît bikin.

Di vê navberê de, Open AI xwe amade dike ku modela zimanê xwe ya nû û pir pêşkeftî, GPT-4 derxîne.

Ji VICE re axivîn, xwendekar dibêjin ku ew bi dilgermî li benda GPT-4 ne û dê dev ji karanîna hişa sûnî bernedin da ku gotaran binivîsin.

 

Werger: Çandname, Çavkanî: https://www.indyturk.com/, VICE , Analytics Insight

Berhevkar: Cagla Uren

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?

Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê …

Leave a Reply