Xwarina pijandî ya herî kevn a dîrokê hate dîtin

780,000 sal berê bi baldarî li ser germekê kêm û navîn tê pijandin

Arkeologên Îsraîlî bermayiyên xwarina herî kevn a ku mirov dixuye li ser agir pijandiye dîtin.

Lêkolînerên bermahiyên kerbeke(sazaneke) mezin a windabûyî analîz kirin û gihîştin wê encamê ku heywan beriya 780,000 salan di germahiya kêm û navîn de bi baldarî hatiye pijandin.

 

Vedîtina agir di pêşkeftina mirovî de wekî qonaxek girîng tê dîtin, ji ber ku hişt ku mirovên kevnar bi hêsanî xwarinê bihûnin û bêtir enerjî ji pêşkeftina hişî(îdrakî) re veqetandin.

Li gorî lêkolîneran, bi taybetî masiyên pijandî dibe ku di celebên homînîd ên windabûyî de pêşkeftina mêjî hêsantir bike û hişmendiya hişktir kiriye. Tê fikirîn ku ev yek bingehê jêhatîbûna mirovê nûjen û jêhatîbûna xwarinê çêdike.

“Tevî ku masî xav dikare were xwarin jî, masiyê pijandî bi fêdetir e, ewletir û hêsantir e ku were xwarin,” gotara lêkolînê ku di kovara zanistî ya hekemî Nature Ecology and Evolution de hatî weşandin.

Lêbelê, hê jî nayê zanîn ku mirovan kengî dest bi çêkirina masiyan kiriye. Di heman demê de lihevhatinek tune ye ku kengê homînîn yekem car şiyana kontrolkirina agir û xwarinê bi dest xistin.

Digel ku hin delîl hene ku destnîşan dikin ku dibe ku Homo erectus 1,7 mîlyon sal berê fêm kiribe ka meriv çawa agir bikar tîne, nayê zanîn ka wan agir ji bo amadekirina xwarinê bikar aniye.

Beriya 170,000 sal berê delîlên rasterast ên ku agir ji bo xwarinê tê bikar anîn aîdî gelên Neandertal û Homo sapiens bûn.

Lêkolîna nû ya li cîhê arkeolojîk Gesher Benot Ya’aqov (Pira Keçên Aqûb) nîşan dide ku diranên kerbê(sazanê) yên ji tebeqeya kevirê niştecîh a 780,000 sal berê hatine derxistin, di heman demê de masiyên celebên homînîd ên kevnar jî pijandine.

Lêkolîneran bi bikaranîna tîrêjên rontgenê ji bo analîzkirina mezinahî û avahiya krîstalên di van diranan de, diyar kirin ku ev masî di germahiyek kontrolkirî ya kêmtirî 500 pileyî de hatine pijandin.

Hev-nivîskarê lêkolînê Dr. Îrît Zohar û Dr. Marion Prevost di daxuyaniya xwe ya hevpar de ev gotinên jêrîn bikar anîn:

Hejmarek mezin a bermahiyên masî yên ku li cîhê hatine dîtin îspat dike ku van heywanan pir caran ji hêla mirovên pêşîn ên ku teknîkên pijandinê yên taybetî pêş xistine ve hatine xwarin.

 

IFL Science , Zanist Alert

Berhevkar: Cagla Uren

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply