Dirok: 27.02.2026

Gelî Musulmana!
Heq Te’ala, bona em jiyana xwe da rûperkî pak vekin, xetayê xwe ber çavan ra derbaskin, ji gunehê xwe tobedar bin hin wext ji me ra îkram kirine. A meha Remezanê, firsendkî mezin e bona Xwedê ji me hezke, bona xwe çêkin, gotin û kirinên xwe yên nebaş li cîh bihêlin.
Gelî Musulmana!
Di xutba xwe ya vê heftê da emê meha rehmet û mexfîretê meha Remezanê bigerînin wesîle bona balê bikişînin bi ser metirsiya tiryakîtiyên ku dibin sedemên bêhedûriya malan û beşeriyetê dajonê balî malwêraniyê va. Tiryakîtî tiştkî wer hêsan nine. Nexweşîkî ye merûyan dixe hêsîrê kêfxweşiyên sexte û şahiyên demdemî. Gefek mezin e ji alîkî va dibe sebeb merû zemanê xwe zayi bike û noqî nav gunehan bibe, ji alîkî va berê meriv dide balî tundiyê va heta dibe sebeb merû qesda canê xwe û ya malbata xwe bike.
Gelî Musulmana!
Tiryakîtiyên ku yek ji yekî tehlûketir in serî da meyxwurî û kişandina maddeyên hişbirên wekî erohîn û esrarê tên. Van herdû nexweşiyana; ji alîkî va hiş û îradê qels dikin, ji hêlekî va jî term û rihê merûyan berek va dirizînin; di nav malbatê da kêfxweşî û aramê radikin; malan xiraw dikin, ocaxan kor dikin. Cenabê Pêxember balê dikişîne bi ser vê metirsiyê da û ewha difermê: “Nebî nebî tu araqê vexwî; lewra araq anaxtara hemî xirawiyan e.”[1]
Gelî Musulmana!
İro bi pêşketina amûrên ragîhandinê va tiryakîtîkî din hatiye ketiye nav malê me ku ew jî qumara ser înternetê ye. Cîhê xemgîniyê ye em dibêjin ev qumara hanê ketiye nav piraniya civakê da. Ev qumara hanê serî da bi mîqdarên hindik destpêdike, lê dûw ra dibe sebeb merû avahiyê xwe, siyara xwe, hemî derfetê xwe wê rê da birrêke, noqî nav deynan be. Heq Te’ala li ser vê mijarê me ewha hişyar dike: “Gelî wanên bawerî anîne! Araq/mey, qumar, kevirên daçikandî û tîrê falê, pîsî ne karê şeytîn in. Jê dûrkevin serfiraz dibin.”[2]
Gelî Musulmana!
Tiryakîtîkî din heye ne tenê ciwan û zarû kirine hêsîrê xwe her weha dê û bav jî kirine hêsîr ew jî tiryakîtiya dîjîtal e. Tiryakîtî ya dîjîtal; bala meruyan belav dike, êş û janê xelkê ji “halê gotî were alîkirinê” derdixîne tîne halê “Navarokek e tê temaşekirin”ê. Ji ber vê tiryakîtî ya dîjîtal; di malperên kirrîn û firotinê da, bi leyistik û şahiyên înternetê va wext û zeman tên çir-çolkirinê û ‘emir wer tên zayikirinê.
Gelî Musulmana!
Rê ya tewrî kêrhatî bona parêztina hiş ji hemî maddeyên hişbir û ji qumar û ji tiryakîtî ya dîjîtal ew e ku; yek car têkilî van xirawiyan nebin; nav malê da ji ciwan û ji zarûyan ra dorhêleke bi hezkirin û evîn û ewle dabîn bikin. Digel ew hinde tedbîran va dîsan eger xwang û birangê me yên mubtelayê wan pişûlên muzirr bûyi hebin destê keremê dirêjî wan bikin, wan destê bêxerên bêînsaf da bernedin; bona rihetiya xwe têlefon û tabletan nedin destê piçûkan; bona xwarinê bixwun, li kuncikî bi kerheskî bisekinin berxê xwe bi leyistik û fîlmên kartonî û şahiyên ziyandar va bi tenê nehêlin
Gelî Musulmana!
Ji xêr û bereketa Remezanê ji xwe ra faydê bistînin û jiyana xwe ber çavan ra derbas bikin, xwe bi xwe ra hîsab bibînin. Dev ji tiryakîtiyên ziyandar berdin ji nûw va destpêkin. Ji bîr nekin jiyana însan ne ew hinde erzan e bi tiryakîtiyan va were rizandinê û li ser mecrayên dijîtal û li ser înternetê bête zayikirinê.
[1] İbnû Mace, Eşrîbe, 1.
[2] Maîde, 5/90.
Seyda Mella ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…