Bajarên Kurdan: Akrê

Akrê bajarekî başûrê Kurdistanê ye. Ev bajêr dikeve navbera Dihok, Hewlêr, Mûsil û Amêdiyê. Bajarê kevin li pala Çiyayê Akrê ye û li gelek taxan serbanê malekê hewşa maleke dî ye. Lê niha bajêr ber bi aliyê deştê ve zêde dibe.

Kelha Akrê ya kevin bêguman yek ji ciyên asê ji bo bergiriya dijberî dijminan bûye. Li dema hatina leşkerê Ereban de Kelha Akrê yek ji ciyên şerê dijberî wan bûye. Karên giring li wê kelhê hatine kirin. Ji wan karan anîna avê bi boriyan ji nihalekê bo ser çiya ye.

Pêkhateya civakî ya bajêrî têkhilek ji jiyana bajêriyan û xelkên eşîretî ye. Akreyî wekî bajêrî ji nimûneyên bajêrwariya kevin yê Mîrgeha Behdînan in, lê eşîretên mîna Zêbarî, Herkî û Sûrçî rolên gelek giring di dîroka vî bajêrî de lîstine. Yek ji bingehên rewşenhizirî ya Mîrgeha Behdînan Akrê bûye. Hinek ciyên girêdayî bi Akrê ve mîna gundê Şoşê jî gelek zana, nivîskar û hozanvan pêgehandine.

Salnameya Nûbiharê 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply