XUTBE I Pêxember: Nûnerê Heq û Heqîqetê

Gelî Musulmana!

Yek ji bingehên dînê me baweriya bi pêxemberan e. Pêxember, qasidê Xweda ne, ji nav însanan vebijartine, gerandine nûnerê heq û heqîqetê. Ew hatine verêkirin bona rêya serfirazî ya ebedî nîşan bidin. Pêxemberan, xelk vexwandine balî baweriya bi Xweda yê yekê yekta va, balî tewhîdê va.

Gelî Musulmana!

Wezîfa pêxemberiyê ji Hz. Adem destpêkiriye û bi Hz. Mûhemmed Mûstefa va bi dawî bûye. Ew peyama îlahî ya ku bi Adem (a.s) destpêkiriye, bi Qur’an a Pîroz va ku şeva Qedrê da ji Cenabê Pêxember ra hatiye daxistin tacdarî bûye û qediyaye. Cenabê Pêxember civakek nav girdaba zulmê da bû veguherand; dunyakî ku digotin jiyan têda nema dibe vegerand kir ‘esra se’adetê; tarîtiya cehaletê zivirand kir ronahî. Cenabê Pêxember di hedîskî xwe da difermê: “Ez Mûhemmed im, Ehmed im, Mûqeffî me ku li dûw pêxemberan hatime, Haşir im ku xelk li pişt min kom dibin, pêxemberê tobeyê me, pêxemberê rehmetê me.”[1] Loma kî; nirxên exlaqî yên wek hezkirin û hurmetê ji xwe ra bigerîne armanc gotî ji rêberiya Qasidê Xweda neqete. Yê dixwaze başî, rindî li cîhanê bibe desthilat û nerindî rabe lazim e xwe bi Qur’an û sunnetê vaa bigre.

Gelî Musulmana!

Xwedê Te’ala di Qur’an a Kerîm da difermê: “Pêxember, ji kêfa xwe va xeber nade. Tişta ew ji we ra dixwûne bes wehy e jê ra tê wehykirin.”[2] Loma jî kî Cenabê Pêxember û peyamê wî yên rehmetbar wek “xapîn û xeyal” hîsab bike, tê wê me’nê ew êrişî kelamê Xwedê û îrada wî û êrişî dînê wî dike. Ewên bawerî bi pêxemberan neanîne û qirf û tinazê xwe bi wan kirine Heq Te’ala ji ‘aqubeta wan a bi’îbret ewha xeber dide:  “Bi pêxemberê beriya te jî qirf û tinaz hatibû kirinê, dawiyê da ‘ezab bi (ser) wan (tinazkaran) da hat.”[3]

Gelî Musulmana!

Em, tu cudatikî naxin navbera pêxemberan da. Em pê bawer in hemû pêxember û qasidê Xweda ne ew. Lewra em dizanin ku her pêxemberkî li cem Xwedê ‘ezîz e, qedirgiran e. Hz. Adem jî, Hz. İbrahîm jî, Hz. Mûsa jî, Hz. ‘İsa jî, Hz. Mûhemmed Mûstefa jî heman tişt gotine. Esas û bingeha peyamê wan tevan heman tişt bû; ku ew jî tewhîd bû, baweriya bi yektiya Xweda bû. Heq Te’ala difermê: “Bi sond û qesem me ji her ummetkî ra pêxemberkî şand ji wan ra digot: ‘Ji Xwedê ra bendetiyê bikin, ji taxût dûrkevin.”[4]

Gelî Musulmana!

İslam, çawa di baweriyê da tewhîdê dixwaze her weha di jiyan a civakî da jî yekrêziya ummetê ferman dike. Heq Te’ala di ayeta hanê da ku difermê: “Bi ya Xweda û Qasidê wî bikin, nekevin pêsîra hev da, paşê hûnê qels bin, hêz û quweta we dê here. Bi sebr û tebat bin. Xwedê bi sebirdaran ra ye.”[5] îşaretî vê heqîqetê dike. Digel vî halî jî bi sed salan e li ser erdnîgariya/coğrafya musulmana leyistik tên leyistinê, di bin zulm û zordestiyê da feryad û fîxana musulmanan e.

Gelî Musulmana!

Van rojê hanê da ku siya şeva Qedrê bi ser me ketiye werin li ber ronahiya wehyê, di rêbertiya Cenabê Pêxember da dîsan ji nûw va mûheseba jiyana xwe bikin; bibin yekrêz û yekdest û biratiya xwe xurtkin. Van şev û rojê dawiya Remezanê da ji xwe ra û ji ummet a Muhemmedî ra du’a bikin da ku Xwedê pişta îmandaran bike.

Gelî Musulmana!

Ji niha da şeva Qedrê li me hemiyan pîrozbe. Xutba xwe bi meala sûreyê Qedr bi dawî tînim ku difermê:  “Me ew (Quran a) şeva Qedrê da daxist. Tu dizanî şeva Qedrê çi ye? Şeva Qedrê ji hezar meheyi çêtir e. Wê şevê milyaket û Cibrîl, bi îzna Xwedayê xwe bona her karî hey wisa peya dibin û dibin. Ew şeva heyanî milûlika sibê silametî ye.”[6]

[1] Mûslîm, Fedaîl, 126.

[2] Necm, 53/3,4.

[3] En’am, 6/10.

[4] Nehl, 16/36.

[5] Enfal, 8/46.

[6] Qedr, 97/1-5.

Seydayê Mela ‘Ebdûsselamê ŞADÎ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *