“Ger te divêtin tu bibî mîr û ser û muteber Kizb û xîlafî mebêj ger te bikin ker bi ker.” Ehmedê Xanî Seydayê mezin Ehmedê Xanî di vî beyta xwe de xirapiya derewê aniye ziman. Seyda dibêje eger hûn bixwazin bibin mirovekê mezin û mûteber, anku mirovekê xwey rûmet û îtîbar, ji virr û derewan dûr bimînin. Belê em tev …
Gulan, 2018
Tebax, 2017
-
29 Tebax
Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (4)
Hozanvanê mezin Perto Begê Hekarî jî dest avêtiye „Pêdaçûnê“ bo xemilandina helbestên xwe û bo xortkirina wate û mebestên wan. Ew di helbesteka xwe de wilo dibêje: Eger hetta qiyamet ez Bikim hejmar û binvîsim Ji î‘syana ku dê reş bin Hezaran defter û tomar Ew di vir de bi pirkirina jimarê „hezaran defter û tomar“ gunahên xwe yên ku civiyane li …
Hezîran, 2017
-
20 Hezîran
Edebiyata Klasîk a Kurd
Hê jî, dema li ser Kurdî û hebûna Kurda tê axaftin, hinek hene dibêjin ku, “Eger Kurd doza mafê xwe dikin, wê çaxê ka ziman û edebiyata wan, ka dîroka wan?” Bêguman armanca vê nivîsê ne ew e ku em îsbata Kurdî û dîrok û edebiyata Kurda li wan kes û der û doran re bikin. Ji xwe ew jî …
-
6 Hezîran
MEM Û ZÎN: Şax û şovên zargotî û şîira EhmedêXanî
Dema ku em li ser destana Mem û Zînê disekinin, berî hemî tiştî divê em cudatiyê bikin navbera şax û şovên zargotî yên vê çîrokê (yan vê qewlê) ji aliyekî -ku hejmara wan gelek e- û şîira edebî ya Ehmedê Xanî ji dûmahiya sedsala hijdehan ji aliyêkî din. Bêguman esl û jêderê wan yek e. Di herdûkan da, eynî şexsiyet …
Nîsan, 2017
-
29 Nîsan
Klasîkên Me – Celadet Elî Bedirxan
Meqeleya “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Alî Bedirxan di kovara “Hawar”ê de. Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya “klasîk”ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko …
Adar, 2017
-
5 Adar
Dîwanek Ji Ehmedê Xanî: Sernameyê name, namê Ellah
Sernameyê name, namê Ellah Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle’ê husnê ‘işqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya ‘işq Ismê te ye neqşê xameya ‘işq Bê neqşê te, neqşê xame xam e Bê namê te, name natemam e Namê te ye şahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd Medmûnê muraselatê la-reyb Meşhûdê …
Tîrmeh, 2016
-
7 Tîrmeh
Mantiq Al Tayr
Rewşa Teyr û Tilûran Li cîhanê çiqas teyr û tilûr hebin hemû li hev kom bûbûn. Hemûyan jî digot: Tu welat bê mîr nîn e, ji bilî welatê me. Çawa dibe ku welatê me bê mîr maye. Êdî ji vir û pê de em nikarin bê mîr bijîn. Em alîkariyê bidin hev ku em ji xwe re mîrekî peyda bikin. …
Hezîran, 2016
-
5 Hezîran
Mela ji bo hizra Kurdî xwedî roleke mezin e
‘Piştî lêkolînên min ên derbarê Melayê Cizîrî, min dît ku Mela ji bo hizra Kurdî xwedî roleke mezin e. Ev rol ji du aliyan ve tê dîtin. Ya yekem, Mela pêşîkeş û serokê helbest û edebiyata Kurdî, nemaze zaravayê Kurmancî bû. Ji zemanê Mela ve û heya îro jî helbestvanên Kurd di bin bandora Mela de man. Helbestvanên edebiyata klasika …
Nîsan, 2016
-
13 Nîsan
Ehmedê Xanî û giringîya zimanê kurdî
Dewletên dagirker, tu caran bi çavên baş li kurdan ne nihêrîne. Wan her tişt kirîye, wekî ziman, wêje, çand û kevneşopîyên kurdan bidin ji bîra kirin, kurdan asîmîle bikin, bibişkivînin û çawan gel ji rûbarê dinê bidin hildanê. Bê guman ji wan re li hev nehat kurdan ji rûbarê dinê bidin hildanê, lê gelek caran wan karibû pêşî bi pêş …
-
3 Nîsan
Ser Destanê Memê Alan Çend Şîrove
Memê Alan yek jidestanên kurdan e. Gelek varyasyonên wê hene, lêmin tene berhema Robert Lescot xwen. Destana Memê Alan birastî jî destaneke binav û denge. Hema bêje li hemû heremên Kurdistanê ev destan piçek ji be tê zanîn û j ialîyên denbêjan gava ciwat di şevên reş de lihev dicivîya bi awayek stranî tênin ziman. Ev destan çikas ji bi …