Romanê gava şûna xwe dît û rê li ber metelokên berê girt di quncikê odeyan de, li kerresiyên ber dîwaran, li neqebên bajaran de însanê bi tena serê xwe mayî li ser dika romanê xuya kir. Bi romanê re pirralîbûn û pirrengiya rastiya jiyanê xwe li ber çavên xwendekar rabixista jî bi temamî zelalkirin û fahmkirina vê rastiyê ne pêkan …