Çîrokek min heye
hêvî û dilsozî pê ra ye
hest mijûl kerb pêra ye
ziman lale nagehîje dil giranim
Mest û bêhalim
meş bi meş çep û rastim
êvara ez pêra dipeyîvim
jiber ku em bihev re,rêhevalin
bê halim bê qidûm û çokim
lehza tê bîra min ew sihet,bi gavim
meş bi meş pêra xilmaşim
nirx giran hêvî li roj bargiranim
kenên liser lêva, pêra roj dertê va sibeha
dil bi eşq û hez li ber wan delava
xuşîna bayê, sewta dil ciwana
keçên wek perî,dihatin bi silava
Navê we li dilê min dibe sê par
her yek ji we, dilê min kir par par
kanê ew ken û xweşî dilê min êdî jar
nabînim qet sewt û silava,
li ber wan delav û ava
Bawer Berbang