Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Bêrîn

Mizgîniya şahiya dilê zarokên bêxwedî binevşa li ser ewrên baranî gava tu hatî gulên eşqê çîçek vêdan li çol û çolîstanan erdê beyar bûne mêrga evînê peyvên hezkirinê bi ser me de dilop dilop bariyan tu ji me re bûyî welat, bûyî can, bûyî jiyan niha ji te dûrim bêriya …

Read More »

Ziman û Zarokên Me

Dibistan, zarokên me tenê hînî tirkî nakin. Hînî çand û dîroka tirkan jî dikin. Ev tenêbana baş bû. Zarokên me hînî ziman, çand û dîrokeke cuda dibûn. Em jî kêfxweş… Lê ne wisa ye. Digel hînkirina ziman, çand û dîrokê, telkîna ku ew tirk in jî tê kirin. Yanî ziman …

Read More »

Rewşa me ya xwerû û tewandî

Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê De; Rewşa me ya xwerû û tewandî Îro 21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye. Sal jî piştî zayînê ya 2016an Hê zimanê Kurdî ne fermî ye. Di nav netewan de zimanê Kurdî tuneye. “Zimanê nayê zanîn” tê hesibandin  û li …

Read More »

Reqsa Agir

Dengê çîrokên çiyayî dihatin, ferîştahên dilnazik di nav melodiya bilûrê de stranê ku nedihatin dîtin, nedihatin xwendin dilorandin, Dayikan weke ku dewatên dergûşên xwe de bireqisin, li serê govenda azadiyê direqisîn, zimanê wan yên ku ji mitolojiya medyayî, tîlîliyê sor û zer, bi keskahî li esmani zarokên xwe bevdikirin.. çîrok …

Read More »

Beriya Kurdî û Piştî Kurdî

Bi xwe dikarim bibêjim ku ev du sal in dest bi nivîsandina Kurdî kirime. Di demên serî de gelek kes bi şaşmayi û bi rexnegirî helwestên xwe didan. Ji ber ku  milet hê hînî bikaranîna Kurdî nebûye. Gelek sedemên vê pirsgirêkî heye û ev mijar gelek tevlihev e. Lê ez …

Read More »

Bi Xêra Mîr Celadet Bedirxan

Bi xêra Mîr Celadet Bedirxan  Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê Erê Mîro! Bi xêra serhildan Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî …

Read More »

Pelên Rojê

Zelaltirîn hestên xwe wek xûnavê Ji pêlên rojê diherikînim hêdî hêdî Li ser belgên dara stûxwar Hesret û hêviyên min Li dora çerxa gerdûnî dizivire Ji tixûbên dorhêlek ne diyar Xwe li hev dialînin bêçare Mîna robaran hezar çepûçûran didim xwe Sirûşt bi her çar dêmên xwe ve bêdeng li …

Read More »

Kupînos

Min teqnekî ji welatê xwe hez kir Û hîna dilê min bi ser ve ye Dixwazim ji kolanên wî lîska zarokan kêm nebe Bi hecê, bi şilê û bi vîncavînc bilîzin Çavên xwe bigrin bêjin kupî yên din bêjin nos yan balos Li ezmanê welatê min zilzilîk û tîtî hebin …

Read More »

Bûlbûl  

Bûlbûl cihekî li ber pala Çêlê Nimîjan e. Li rojhilatê wê  Rezê Keniya Reş, li rojava Qelaçkê heye. Bûlbûlê qadeke fireh heye, li derdora wê zinar hene. Çawa ku mirov ji bo parastina xwe,  dora xwe ji beran  dike çeper, dora Bûlbûlê jî, zinar in û  dişibe çeperan. Navê wê ji …

Read More »