Bûlbûl  

Bûlbûl cihekî li ber pala Çêlê Nimîjan e. Li rojhilatê wê  Rezê Keniya Reş, li rojava Qelaçkê heye. Bûlbûlê qadeke fireh heye, li derdora wê zinar hene. Çawa ku mirov ji bo parastina xwe,  dora xwe ji beran  dike çeper, dora Bûlbûlê jî, zinar in û  dişibe çeperan. Navê wê ji bilbilan tê. Her dem bilbil li wir hene. Bi salan e bilbil li wir bi  dengên xwe yên xweş, mirovî dibin deryayên evînê. Di qada wê  ya  fireh de, têra  çandina her tiştî  heye. Gozên wê pir navdar  in. Ava wê ji Çêlê Nimîjê  tê û gelek cemidî ye. Gava mirov bêhneke kurt xiyarekê bihêle di nav  kaniya wê de mirov dê bibîne ku çawa xiyar dişeqite.   Ji nebatan,  heta ajal û mirovan yên wê avê vedixwin geş dibin. Di demsala havînê de gava  her der weke dujehê germ dibe,  ew der  her tim  hênik e. Bûlbûl  her tim ji rêwî, gavan, şivan û darvaniyan re bûye cihê bêhn vekirinê.Gelek malbat jî,  ji bo seyranê diçin wê derê. 

Bûlbûlê rojên gelek teng  de xwediyên  xwe ji  tengiyê xelas kiriye. Xwediyên  wê genim, ce, nîsk, nok, xiyar, zebeş…  diçandin û bi awayeke baş debara xwe pêk dianîn. 

 Gava wextê genim dirûtinê dihat Şirnexî hemû tevlî genim dirûtinê dibûn. Pale, jinik, zarok hemû wê rojê zû radibûn û diçûn Bûlbûlê. Pale ji derdorê jî dihatin dirûtina genimî. Ew roj weke mihrîcnekê bû. Ji bo firavînê  bi dehan gîsk serjê dikirin. Paleyan bi stranên xwe yên herî  xweş bere distrandin û bere jî genim dirûtin. 

 Hinek jinikan genimê  ku hatî dirûtin kom dikirin. Hinekan  koçqaneyên mezin li ser  tifikan rêz dikirin. Hinekan jî ew ava welê cemidî didan paleyan. Gava paleyan, ew ava welê cemidî,  bi piyanan,  didanîn ser lêvên xwe, bextewariyeke li ser ruyê wan xuya dikir.  

Gava dibû wextê firavînê   ew qûçqaneyên goşt û birincê ji ser tifikan didanîn erdê . Çawa jinikan  devikên koçqaneyan dirakirin, hêlma  goştî belav dibû. Sifreya xwe li binê gozan rêz dikirin. Goştê giskan, birinç, metfînî ,  dewê cemidî û nanê şkeva  di bin siha gozan de tameke bêhempa dida wan.    

 

Wekî  me li jor gotî, ya ku Bûlbûlê navdar dike gozên wê, sêvên wê yên sor û sipî, ava wê ya cemidî û hewayê wê ya hênik, zinarên wê  nin. Lê mixabin  gava şerê sala 1992an qewimî  leşkeran ava Bûlbûlê êxistin boriyan de û  ji xwe re birin . Xwediyê Bûlbûlê ji neçarî devji wê berdan. Piştî leşker av birin gozên wê, sêvên wê û darên wê  hemû hişk bûn.Ne heşinatî û ne dar man. Hêdî li wê dê  gul jî  geş nebûn .Ajalan,  ji Bûlbûlê  bar  kirin. Bûlbûla bi nav û deng .Cihê geşt û gerê, cihê seyranê, sekna rêwiyan,  bû cihê çêlekan û pezî. Her der bû  rix û kuşpil.   Bûlbûla wek beheştê bû weke dûjehê.Ew rewş nêzikî bist salan dom kir.Van salên dawî, xwediyê Bûlbûlê xendekek vekirin û aveke din ji xwe re derêxistin û bêrkekê mezin di nav de çêkirin. Dest bî çandiniya darên fêkiyan kirin.Ew Bûlbûla ku ber bi mirinê ve diçû, dîsa weke  berê şîn bû, geş bû. Ajal lê vegeran. Bûlbûl dîsa bû cihê bêhn vekirinê, cihê geşt û gerê. 

Piştî ewqas pesin dayinê, hêjayî ditinê ye kû mirov Bûlbûlê  bibîne. Ger hûn biçîn wê derê hûn dê ji ava wê ya cemidî vexwin û guhê xwe bidin stranên bilbilan  yên  herî xweş. 

Lezgîn ACAR

Çandname

  

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply