Jiyan

Serboriyên Tamtayê; Prînsesa Gurcistanê ya Kurdnîjad a Melîkeya Xelatê

Tamta (1195-1254), prînseseka Gurcistanê ya kurdnîjad e ku di dawiya sedsala 12’e û nîvê pêşîn ê sedsala 13ê de jiyaye û di dawiya umrê xwe de bûye melîkeya Xelatê (Axlatê) ya bi saya mîrasê xwe yê ji Eyubiyan. Ew, keçaÎwane Mxargrdzeliyê fermandarê mezin ê Qraliçeya Gurcistanê Tamarê bû. Mxargrdzeli dihat maneya‘’Mildirêjan’’. Ew malbateka xanedan a binavûdengtirîn …

Read More »

Kerkûk: Do û îro

Kerkûk, bajareke qedîm û kevnare yê herêma Şarezor e. Dîroka damezirandina Kerkûkê, bi nêzîkayî digîje berîya 5.000 salan. Lûlûbî (III hezar sal P. Z.), Gûtî, Mîtanî û Hûrî qewmên sereke yên damezirênerên vî bajarê dêrîn in ku ji alîyê dîrokzanan ve wek pêşiyên kurdan têne qebûlkirin. Piştî wan jî hinek …

Read More »

Kolera

Kolera, kulemar, zikêşa ji navê ya giran, navêşa reş nexweşiyeke mîkrobîk e. Pirranî ji mîkrobên di nava avê de ne û xwarinan derbas dibe. Bakterî dibin sedema vartoyiyeke (vîrik, îshel, emelî) giran û vereşanê. Heger di dema xwe de terapiya wê bê kirin pirranî derbas dibe. Lê heger bêî terapî …

Read More »

ERÛZa Ereban “OUT”, NEWASAZÎya Kurdan “IN”

Her weke hûn jî dizanin, di her helbesteke klasîk de, ji bilî levanîna qafiyê; ritm û ahengên cûrbicûr ên di helbestan de jî, newayeke xweş didine xwendina helbestê. Newayên di helbestên klasîk de, bi kombînasyonekê ango bi rêzkirineke bisilsile ya kîteyên kin û dirêj tê bidestxistin. (Di Kurdî de kîteyên …

Read More »

“Şerê Newala Qeremûsê” di Klama Salihê Beynatî de

Puxte: Folklor, ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet vedîkole, tomar dîke û radîgihîne nifşên dî. Berîya wêjeya nivîskî ev kar bi gotin û bi hostetîya di honandina peyvan de girîngîya dengbêjî û dengbêjan derdîkeve pêşîya me. Emê di vê nivîsê …

Read More »

Îlyadaya Homeros û Şerê Troyayê-2

Di van şerên xedar de Akhilleus çav pêdikeve ku lehengê mezin Makhaon birîndar bûye û pê re jî perîşaniya akhayiyan dibîne. Birîndarbûna fermandarên akhayiyan yên herî payebilind ên wekî Odysseus, Diomedes, Agamemnon û Patroklos; Akhilleus gelek xemgîn dike… Qedera şer diguhere û troyayî zorê didin akhayan.   Di şerê diqewimî …

Read More »

Xebatên zimanî di navbera lehceyan de

Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û berfireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in. Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, …

Read More »

Çar Bakir(Anasır-i Erbaa) û Êzdîtî

Anasır-ı Erbaa, binavkirina Feqiyê Teyran  “Çar Bakir”, ji aliyê feylesofê Yewnanan[1] va û xasma jî ji aliyê Empedokles va dîtina çar hevedudanî û daringê(made) bingehîn ê gerdûnê: ba û av û ax û agir e. Di felsefeyê de hêmana bingehîn wek “Arkhe” tê bi nav kirin. Li gorî Thales arkhe …

Read More »

Îlyadaya Homeros û Şerê Troyayê-1

Du destanên Homeros ên deng vedaye hene: Îlyada û Odysseia. Herdu jî bi şêweyên helbestî hatine nivîsîn. Îlyada beşeke ji Şerê Troyayê dihundirîne. Destana Odysseia jî piştî şer li vegerê bûyer û serboriyên têne serê leheng Odysseus vedibêje. Ji ber ku Homeros li tevahiya edebiyata cîhanê kartêkeriyeke nayê texmînkirin kiriye, …

Read More »

ZÎREKIYA ÇÊKIRÎ (ARTIFICIAL INTELLIGENCE)

Artificial Intelligence ango zîrekiya çêkirî çi ye? Her ku diçe bêhtir em vê navê dibihîzin. Bêhtir dikeve jiyana me. Amûrên nû hemû zîrektir in û dibêjin ev bi zîrekiya çêkirî difikire. Makîne çawa difikirin, gelo ev çi ye? Bi kurtasî zîrekiya çêkirî, wekî mirovan fikirîn, fêrbûn, darizandin, plankirin, bersivdana pirsan, çareserkirina pirsgirêkan, pêwendîdanîna …

Read More »