Pirs: Ez nexweşê refluyê me. Divê ez rojiyê negirim, lewra di rojê de ez sê dermanan dixwim. Lê dîsa jî dixwazim biceribînim. Di vê rewşê de ma ez neheqiyê li xwe dikim? An jî divê ez kefareta xwe bidim? Ma nexweşiya min dibe mazeret? Bersiv: Xwedê Teala ragihandiye ku kesên …
May, 2017
-
27 May
Ji Hesediyê re Çareyek
Mirovê hesedvan, bila li encam û dawiya wan tiştên ku heseda wan dike bifikire; da fam bike ku ew xweşikî, qewet, mertebe û serweta dunyayî ku bi reqîbê wî re hene, fanî ne, demdemî ne. Feydeyên wan hindik in; lê zehmetê wan zêde ne. Îca heke tiştên ku pê re …
-
26 May
Pêşwaziya Meha Remezana Pîroz(Xutbe)
وَالسَّابِقُونَ السَّابِقُونَ (10) أُولَئِكَ الْمُقَرَّبُونَ (11) فِي جَنَّاتِ النَّعِيم (12) الواقعة Bawermendên birûmet! Bêguman mirov, di pêşwaziya meha Remezana pîroz de ji hev cuda ne. Hinek jê, bi hatina wê mizgîniyê didin hev, qedr û qîmetê didinê, bi eşq û şewq wê pêşwazî dikin, bawerî bi soza Rebê xwe …
-
19 May
Kîn û Hesed (Xutbe)
أَمْ يَحْسُدُونَ النَّاسَ عَلَى مَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ فَقَدْ آتَيْنَا آلَ إِبْرَاهِيمَ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَآتَيْنَاهُمْ مُلْكًا عَظِيمًا (54) النساء Bawermendên birûmet! Dînê Îslamê, ew tiştên ku pêwendiyên civakî, exlaqî, parastina mafê kesan, ewlehî, aştî û aramiyê tune dikin, qedexe kirine û girîngiyeke mezin daye xwedûrkirina ji wan tevgerên …
-
15 May
Mirov û Îman
Mirov, bi nûra îmanê derdikeve/hildikişe alayê îllîyîn; qîmeteke ku layiqî Cennetê ye digre. Lê belê ji ber zulûmat û tarîtiya kufrê, dadikeve esfelê safilîn; dikeve rewş û weziyeteke wisan ku dibe ehlê Cehenemê. Lewre îman, têkiliya mirovan, bi Sani’ê Zulcelal re datîne. Îman, întîsabek û pevgirêdanek e. Nexwe, ji ber …
-
7 May
Goristan û guhdarkirina stran û kilaman
Pirs: Gava mirov di ber goristanê de dibore ma mirov li kilam û stranan guh bidêre heram e yan mekrûh e? Bersiv: Da ku mirov bikaribe ji tiştekî re bibêje heram, divê di destê mirov de delîleke vebir hebe. Ji ber ku di vê mijarê de delîleke ku misoger vê …
-
6 May
Wezîfeya eslî ya mirovan û wezifeya heywanan…2
Mirov ku heye, gava tê dunyayê, muhtac e ku hînî her tiştî bibe, li hember qanûnên jiyanê nezan e, hetta ancax di bîstsaliyê de jî baş nikare bi temamî hînî wan şert û karûbarên jiyanê bibe. Belkî heta dawiya imrê xwe, muhtacî hînbûnê ye. Hem di şiklekî gelek taqetkêm û …
-
5 May
Girîngiya Paqijiyê(Xutbe)
يَا بَنِي آدَمَ خُذُوا زِينَتَكُمْ عِنْدَ كُلِّ مَسْجِدٍ (31)ألأعراف Bawermendên birûmet! Dînê islamê dînekî wisa ye ku bingeha wê li ser paqijiyê hatiye avakirin. Dînekî weke dînê Îslamê ku girîngî dabe paqijiyê û emrê peyrewê xwe jî pê kiribe tune ye. Hesabkirina destnimêjê ji şertên nimêjê û encax ku …
April, 2017
-
28 April
Zekat (Xutbe)
وَفِي أَمْوَالِهِمْ حَقٌّ لِلسَّائِلِ وَالْمَحْرُومِ (19) الذارياات Bawermendên birûmet! Zekat yek ji pênc esasên Îslamê ye. Zekat, yên ji hêla dîn ve dewlemend tên hisabkirin, didin. Di Qurana pîroz de, di 34 ciyan de bi nimêjê re û di 28 ciyan de jî, bi serê xwe hatiye bikaranîn. Ev …
-
25 April
Sedeqe bi pênc şertan dibe sedeqeyeke tam-Seîd Nursî
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ یُنْفِقُونَ Sedeqe bi pênc şertan dibe sedeqeyeke tam: Şertê Pêşîn: Divê mirov di sedeqedayinê de îsrafê neke û bi qasî ku mirov jî muhtacî sedeqeyê bibe, nede. Bi peyva مِمَّا ê ji peyva مِنْ hatiye îşaretkirin ku divê mirov hinekî bide. Yê Duduyan: Divê mirov ji malê xwe …
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…