Agahîyên Nû

Ji Hunergeha Welat straneke nû: Li herî jorê

Strana ‘Li herî jorê’ ya Hunergeha Welat bi klîbekê hate weşandin. Strana nû diyarî şehîdên li Başûrê Kurdistanê hate kirin. Strana ku muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hate amadekirin, gotinên wê jî ji aliyê Îbrahîm Feqê û Şêro Hindê ve hatin nivîsandin û ji aliyê Şervan Badinî ve …

Read More »

Komeleya Nûbiharê: 22ê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî

Rojnameya Kurdistanê di sala 1898an de li paytexta Misrê li Qahîreyê dest bi weşanê kiriye. Rojnameya Kurdistanê ji hêla Miqdat Bedirxan ve hatîye amadekirin û weşandin. Kurdistan yekemîn rojnameya Kurdî ye. Xwedîyê wê û belavkarê wê jî Miqdat Bedirxan yekemîn rojnamevanê Kurd hatîye qebûlkirin. Pênc hêjmarên pêşî yên rojnameyê ji …

Read More »

Romana ‘Rûpela Bîst û Nehemîn’

Atîlla Barişer, bi vê romana xwe, me dibe pişta deriyên hesinî û di wira de asê dike. Me li ber çoga jinek ku bîst salên xwe di zindanan de bihurandiye dide rûniştandin. Ew lehenga bê nav û deng, bi dest û dilê me digire û rêwîtiya me ya xembar dest …

Read More »

Deriyekî Dewleta Şedadiyan li Gurcistanê ye

Yek ji kelehên dîrokî yên Gurcistanê Keleha Gelatê ya li bajarê Kutaisi cih digire. Yek ji deriyên kelehê bermahiya Dewleta Şedadî ye. Dewleta Şedadî dewleteke Kurdan a kevn bû. Manastira Gelatê li nêzî bajarê Kutaîsî ku demekî paytexta Gurcistanê bûye, sala 1106an, ji aliyê şahê Gurcistanê Dawidê Avaker ve hatiye avakirin. Ji xwe gora …

Read More »

Kesên guldexwînan jêbikin dê bêne cezakirin

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji kesên ku guldexwînan jêkin re dê 244 hezar û 315 lire ceza bê birîn. Guldexwînan li deverên bilind û asê yên çiyayên Kurdistanê şîn dibin. Taybetmendiyeke balkêş a vê gulê heye ku ew jî, dema tê jêkirin digirî û du rondik ji nav …

Read More »

Ji Nûbiharê romenek nû: Lixwegerîn

Lehengê romanê Rûgeş dema diwelide, dêya wî dimire. Li nexweşxanê ji gundiyan re gotine ku kurik jî dimire, ne mumukun e sax bimîne. Gundiyên bêçare di zivistaneke sar û seqem de, bi zehmetiyek pir mezin ku ji gundek dûr hatine bajêr, cenazeyê dêya wî digrin û dibin gund. Kurik namire. …

Read More »