Gava meriv parêz dike, ji ber ku bezên hin derên laşê mirov nahelin, ji ber ku kîloyên ku heliyane dîsa vedigerin, ji ber ku divê her gav bala xwe bidin xwarinên xwe, li ba gelek kesan hêrsbûn û xemgînî peyda dibin. Nexwe divê mirov li ber vana çawa li ber xwe bide?
DARÇÎN
Ji ber ku ji bo şekirê xwîna mirov baş e, hûn ê xwe birçî hîs nekin.
RÛN
Ji ber rûnên ku li dawiya xwarinê têne xwarin, zikê mirov dereng vala dibe û ji bo ku xwe têr hîs bikin dibe alîkar.
XWARINÊN XWEDÎ LÎF
Du cûre xwarinên xwedî lîf hene; yên ku li nav avê dihelin û yên ku nahelin. Di nav fêkiyan de (wekî sêva kesk, hurmî) hene û dereng ji zikê mirov derdikevin, ji ber vê yekê têrbûnê didin hîskirin.
LEYMÛN
Bi taybetî ji bo ku sîstema mehandinê bi awayekî bi sihet bixebite, feydeya wê gelek e. Divê mirov gava xwarinê dixwe, leymûn jî bixwe.
PROTEÎN
Proteîn li gor qarbonhîdrat û rûnan, bêtir têr dide hîskirin. Gava bi zebze têne xwarin, ji bo qelsbûnê dibe alîkar. Ku xwarinên bi qarbonhîdrat werin xwarin, dê mehandin hêdî be û dayîna kîloyan jî, ew ê dijwar be. A herî baş 7 rojên ewil, bêyî ku qarbonhîdrat were xwarin, tenê proteîn bêne xwarin.
LI GUHÊ MIROV CIYÊ ÎŞTEHÊ
Gava hûn pir birçî bûn, pêşiya guhên xwe bi tiliyên xwe demeke kin bijdînin, hûn ê demeke kin jî têrbûnê hîs bikin.