Destpêk
Hişmendî ne tenê têgeheke felsefî ye—ew di heman demê de cihê ku tê de mirov bi xwe re rû bi rû tê, cihê ku tê de trawma û bîranîn cih digirin û cihê ku tê de hebûn û xwebûna me ava dibe. Ji bo gelê kurd ku sedsalan di bin nîrê înkar, asîmîlasyon û trawmaya hevpar de jiyana xwe domandiye, hişmendî dibe warê şer û berxwedanê—ne tenê li dijî hêzên derxweyî yên dagirkeriyê, lê herwiha li dijî mekanîzmên navxweyî yên înkarkirina hebûn û xwebûna xwe.
Di vê nivîsê de, em ê hişmendiya kurdî bi çavên derûnkolînerî (psychoanalytic) binirxînin û bibînin ka çawa înkarkirina hevpar a xwebûn û hebûna kurdî, trawmaya nifşî ya dîrokî û mekanîzmên berevaniyê yên derûnî di avakirina hişmendiya neteweyî de rol dilîzin. Em ê hewl bidin têbigihîjin ka çawa kurd, weke civakeke bindest, bi proseya derûnî ya aloz a xwe-nasîn û berxwedanê re têkoşînê dide.
Înkar weke Trawmaya Bingehîn
Di derûnkolîneriyê de, înkarkirin ne tenê gotineke “na” ye—ew mekanîzmeke berevaniyê ya kûr e ku realîteya nexwazbûyî ji hişmendiyê derdixîne. Dema ku dewletên dagirker dibêjin “kurd tunene” an jî wan bi navên din weke “tirk ên çiyayî” bi nav dikin, ev ne tenê polîtîkayek e, lê herwiha înkarkirineke derûnî ye ku dixwaze xwebûn û hebûna kurdî ji realîteya hevpar a civakê tune bike.
Lêbelê, înkarkirin qet bi têkûzî serkeftî nabe. Weke Freud nîşanî me da, tiştê ku hatiye înkarkirin her gav vedigere—di xewnan de, di lapsûsan de, di heyber û tiştan de ku em naxwazin bibînin. Ji bo kurdan, ev vegerîna tiştê înkarkirî di şêweyê berxwedan, huner, stranê û her reftar û tevgerekê ku dibêje “em hene” de xuya dibe.

Trawmaya Hevpar û Bîranîna Nifşî
Trawma ne tenê serpêhatî û ezmûneke takekesî ye—ew dikare bibe trawmaya hevpar ku ji nifşekê bo nifşê din derbas dibe. Qetlîam, koçeberî, paneberî, jenosîd, qedexekirina zimanê dayikê—ev hemû ne tenê rûdan in ku derbas bûn, lê ew di hişmendiya hevpar de weke şîn û şûnên kûr dimînin.
Bîranîna trawmatîk awayekî wê ya taybet heye: ew tenê weke çîrokekê nayê vegêran, lê weke ezmûnek razber ku cardin dibe, her xwe dûbare dike. Dema ku zimanê te qedexe dike, dema ku navê te diguherîne, dema ku dibêjin tu tuneyî—ev ne tenê êş e, ev şikandina bingeha hebûn û xwebûnê ye. Ev trawmaya xwebûna bingehîn e ku di laşê hevpar de vedişêre û di nifşan de derbas dibe.
Mekanîzmên Berevaniyê yên Derûnî
Gelek kurd mecbûr in ku hebûn û xwebûna xwe veşêrin ji bo ku jiyana xwe ya rasteqîn biparêzin. Di çavên derûnkolînêriyê de, ev ne tenê “(acting)” e—ev mekanîzmeke berevaniyê ye ku “false self” (xwebûna sexte) ava dike da ku “true self” (xwebûna rastîn) biparêze. Lêbelê, jiyaneke direj bi xwebûna veşartî bi xwe ve trawmayeke nû tîne: şikandina di navbera ku tu yî û ku tu xuya dikî de.
Winnicott derheqê vê yekê de got: dema ku zarok mecbûr e hebûn û xwebûna xwe ya rastîn veşêre û xwebûn û nasnameyek sexte pêşkêş bike da ku ji bo dinyayê “qebûlbar” be, ev yek rêgir e ji bo geşedana derûnî ya saxlem û tendirust. Ji bo kurdan, ev ne tenê pirseke zaroktiyê ye—ev pirseke bi têkûziya jiyanê re têkildar e.
Rengvedan û Înkarkirina Ji Aliyê Dagirker ve
Dewletên dagirker bi xwe jî mekanîzmên berevaniyê bikar tînin. Înkarkirina hebûna kurdan “rengvedan” e—paşveavekirin (transferring) a tiştên ku ew di xwe de napejirînin (weke arezû û xwesteka wan a ji bo kontrolê, tirsa wan a ji serhildanê) bo kurdan. Dema ku ew dibêjin “kurd terorîst in” an “kurd provokator in,” ew di rastiyê de şer û zordariya xwe ya bi kurdan re dikin bo kurdan diparvezînin.
Proseya Xwenasînê
Di derûnkolîneriyê de, “xwe-nasîn” (self-recognition) pêvajoya bingehîn a avakirina hebûn û xwebûna saxlem û tendirust e. Zarok xwe di hênikê de nas dike û fêm dike ku ew ji dinyayê cuda ye. Ji bo kurdan, ev proseya xwe-nasînê bi mekanîzmên înkarkirinê ve hatiye astengkirin.
Dema ku ji te re dibêjin tu tuneyî, dema ku zimanê te qedexe dikin, dema ku dîroka te disafînin—ev yek rêgir e ji bo ku tu xwe nas bikî. Lê hişmendî, weke Descartes got, ne tiştek e ku dikare were înkarkirin: “Ez diramim, ji ber vê ez heme.” Û bi heman awayî: “Ez bi kurdî difikirîm, ez bi kurdî hîs dikim, ji ber vê ez kurd im.”

Nasîna Hevpar
Lêbelê xwe-nasîn tenê bi xwe re nabe—ew hewceyê nasîna ji aliyê kesên din ve ye jî. Hegel vê yekê weke “şerê ji bo nasînê” (struggle for recognition) bi nav kir. Mirov dixwaze ku kesên din wî/wê bi awayê ku ew/ew e, nas bike û qebûl bike.
Ji bo kurdan, ev şerê ji bo nasînê sedsalan e berdewam e. Şer ne tenê ji bo kontrolkirina erdê ye, lê ji bo qebûlkirina hebûn û xwebûna kurdî ye. Dema ku dewletek dibêje “em we nas nakin,” ew ne tenê mafên siyasî red dike—ew hebûn û xwebûna derûnî ya gelekî red dike.
Bîranîn û Dîrok weke Bingeha Hebûn û Xwebûna Hevpar
Di derûnkolîneriyê de, bîr (memory) ne tenê tomarkirin e—ew avakirina berdewam a xwebûna xwe ye. Freud got ku “ew ê xwebûn û hebûna me nemire heta ku em ji bîr nekin.” Ji bo civakên ku hatine înkarkirin, bîranîn dibe reftar û tevgereke berxwedanê.
Dîroka kurdî, bi qasî ku hatiye înkarkirin û safandî ye, di bîranîna hevpar de dimîne û derbas dibe. Helbestên kurdî, stranên kurdî, çîrokên bapîr û dapîran—ev hemû ne tenê huner in, lê mekanîzmên bîranînê ne ku hebûn û xwebûna hevpar diparêzin û derbas dikin.

Ziman weke Mal û Warê Hişmendiyê
Zimanê Dayikê û Hebûn û Xwebûna Bingehîn
Lacan got: “Derhişî bi awayê zimanî hatiye avakirin.” Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye—ew cihê ku tê de hişmendî ava dibe û hebûn û xwebûna me pêk tê. Zimanê dayikê bi taybetî girîng e, ji ber ku ew zimanê yekem e ku zarok bi wê serpêhatî û ezmûnên xwe bi nav dike û fêm dike.
Dema ku zimanê kurdî qedexe dike, ev ne tenê qedexekirina peyvên wê ne—ev astengkirina proseya xwe-nasînê ye. Zarokek ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê bifikire, biaxive an dîroka xwe bixwîne, ji qateke bingehîn a hebûn û xwebûna xwe dûr dikeve.
Şerê Zimanî weke Şerê Derûnî
Şerê li ser zimanê kurdî ne şereke siyasî tenê ye—ew şereke derûnkolînerî ye li ser cihê hişmendiyê û xwe-nasînê. Dema ku dewlet dibêje “zimanê te qedexe ye,” ew di rastiyê de dibêje “xwebûna te qebûl nîne, hebûna te problem e.”
Lê zimanê kurdî berxwedaye. Di hundirê malan de, di navbera dost û heval de, di helbestên veşartî de—zimanê kurdî weke semboleke berxwedanê û parastina xwebûna hevpar berdewam dibe.

Hişmendiya Hevpar û Berevaniya Derûnî
Ji Trawmayê Bo Berxwedanê
Carl Jung derheqê “derhişiya hevpar” (collective unconscious) de axivî—wareke ku tê de ezmûn û sembolên hevpar ên mirovahiyê cih digirin. Ji bo kurdan, em dikarin ji “trawmaya hevpar” biaxivin ku ji nifşekê bo nifşê din derbas dibe, lê herwiha ji “berxwedana hevpar” jî ku ji vê trawmayê derketiye.
Dema ku înkarkirin û zordarî bûne beşeke ji ezmûna hevpar, berxwedan jî bûye beşeke ji xwebûna hevpar. Mirovên kurd, bi dehan salan êş dîtine, lê ew êş wan tune nekirine—berevajî, ew wan bihêztir kirine û wan dest da xwebûna hevpar ku li ser berevanî û parastina hebûna xwe ava bûye.
Mekanîzma Berevaniyê ya Konstruktîf: Berzkirin
Freud derheqê “berzkirinê” de axivî—guherandina hêzên bingehîn bo formên civakî yên qebûlbar û prodûktîf weke huner, zanist an têkoşîna civakî. Ji bo kurdan, huner û wêje (edebiyat) bûne rêyên berzkirinê—guherandina êş û trawmayê bo helbestên xweşik, stranên bihêz û berhemên hunermendiyê.
Şêrko Bêkes, Cegerxwîn, Ehmedê Xanî—van hemûyan êş û trawmaya gelê xwe girt û ew kir huner û wêje ku hebûn û xwebûna kurdî diparêze û dike sembol û sembolê berxwedanê.
Bergirî (Resistance) weke Semptom û weke Berxwedanê
Di terapiya derûnkolînerî de, “bergirî” (resistance) dema ku nexweş naxwaze li rastiyên nexweşker binêre an naxwaze bi trawmaya xwe re rû bi rû bê. Lêbelê bergirî herwiha amûreke berevaniyê ye—rêyek e ku takekesî xwe ji êşa zêde diparêze.
Ji bo kurdan, “bergirî” wateyek dubareyek heye: ew hem mekanîzmeke berevaniyê ye (parastina xwebûna xwe li dijî înkarê), hem jî reftar û tevgereke berxwedanê ye (bergiriya li dijî dagirkeriyê).

Semptomên Hevpar ên Trawmayê
Trawmaya hevpar semptomên xwe yên taybet ava dike: tirsek hevpar (ji înkarkirinê, ji tunekirinê), mekanîzmên berevaniyê yên hişyar (veşartin, parastina zimanê) û karîna bilind a ji bo mobilîzasyona hevpar (serhildan, berxwedan).
Lêbelê, semptom ne tenê nîşaneyek nexweşiyê ye—ew herwiha hewldana saxbûnê ye. Dema ku kurd berxwedanê dikin, dema ku zimanê xwe diparêzin, dema ku xwebûna xwe bi awahî diparêzin—ev ne tenê berxwedan e, lê herwiha proseya derûnterapiya hevpar e.
Azadiya Derûnî weke Pêşberca Azadiya Siyasî û Neteweyî
Otto Rank derheqê “birth trauma” (trawmaya ji dayikbûnê) û hewla mirov a ji bo serxwebûnê de nivîsî. Ji bo kurdan, “ji dayikbûna neteweyî” (national birth) pêvajoyeke ku hîn berdewam e—hewla derketina ji înkarê û avakirina hebûn û xwebûna hevpar a serxwebûn.
Azadiya rastîn dest pê dike di hundirê mejî de—di cihê ku tê de mirov xwe weke xwe qebûl dike, bêyî înkar, bêyî şerm, bêyî hewla xwe veşartin. Dema ku kurdek xwe weke kurd qebûl dike û bi hebûn û xwebûna xwe serbilind e, ew azadiya navxweyî bidest xistiye, tevî ku azadiya siyasî hîn nehatibe bidestxistin.
Ji Înkarê Bo Xwebûnê: Proseya Derûnî ya Azadiyê
Derûnbijîşk Frantz Fanon ku derheqê miletên kolonîze bûyî de nivîsî, got ku azadiya rastîn hewcedarê “dekolonîzasyona mejî” ye—rakirina înkarkirinên ku kolonîzator di mejiyê miletê bindest de şandine.
Ji bo kurdan, ev tê wê wateyê ku ne bes e ku hêzên derxweyî yên dagirkeriyê bên rakirî—divê mekanîzmên navxweyî yên înkarkirina xwebûna xwe jî werin rakirin. Divê kurd ji înkarkirina xwe (self-denial), ji şerma takekesane (internalized shame), ji dîtina xwe bi çavên dagirker (internalized gaze) xwe rizgar bikin.

Hişmendiya Kurdî weke Berxwedana Hebûnî
Sartre got: “Hebûn berê ji xwebûnê tê.” Mirov berê heye, paşê ew dibe. Lê ji bo kurdan, hebûn bi xwe berxwedan e—ji ber ku dewletên dagirker hewl dane ku hebûna wan tune bikin.
Her kurdek ku bi kurdî diaxive ku xwebûna xwe diparêze ku dîroka xwe fêr dibe—ew di hebûna xwe de berxwedanê dike. Ev ne tevgerekî siyasî tenê ye—ev berxwedaneke hebûnî e, gotinek derûnî ya “Ez heme, tevî ku tu dibêjî ez tune me.”
Hişmendî weke Cihê Azadiyê
Viktor Frankl ku di kampên konsentrasyon ên nazî de jiyana xwe domanî, got ku mirov dikare her tiştî ji wî/wê bistîne, lê tiştekî tune ye ku nikare were stendin: azadiya hilbijartina helwestê xwe. Dema ku her tişt kontrol dike, mirov hîn jî azadiya navxweyî ya hilbijartina çawa bigere bi vê realîteyê re heye.
Ji bo kurdan, hişmendiya kurdî cihê dawî yê azadiyê ye. Dewlet dikare sînorên cuda bike, dikare mafan binpê bike, dikare ziman qedexe bike—lê nikare hişmendiya navxweyî ya kurdbûnê binpê bike. Ev cihê dawî yê ku tê de kurd azad in—di mejiyê xwe de, di hişmendiya xwe de, di xwebûna xwe de.
Rêya Pêşve (Ji Trawmayê Bo Saxbûnê) Derûnterapiya Hevpar
Derûnterapiya trawmayê hewcedarê van gavên e:
- Qebûlkirina trawmayê: Înkarnekirin a çi qewimî. Qebûlkirina ku êş hebû û hîn jî bandora xwe heye/dike.
- Vegotina çîrokê: Dayîna deng û bîranînê bo trawmaya ku hatiye kişandin bibin.
- Entegrasyona ezmûnê: Wergirtina trawmayê di xwebûna xwe de, ne weke tiştê ku te şikand, lê weke beşeke ji çîroka te.
- Guhertin û geşedan: Derketina ji rola qurbanî û avakirina xwebûna nû li ser bingeha hêz û berevaniyê.
Ji bo kurdan, ev proses hem takekesî hem jî hevpar e. Her kurdek divê bi trawmaya xwe ya takekesî re rû bi rû bê, lê herwiha gelê kurd weke gelekî divê bi trawmaya hevpar a dîrokî re rû bi rû bê.
Avakirina Xwebûna Saxlem û Tendirust
Di dawiyê de, armanca ne tenê berxwedan e—armanc, avakirina xwebûna saxlem e ku li ser înkar û trawma nayê avakirin, lê li ser xwebûn û qebûlkirinê tê avakirin. Nasnameyek ku tê de kurd nikare bi tenê bi wê yekê bên diyarkirin ku ew li dijî çi ne, lê herwiha bi wê yekê ku ew çi ne.
Ev tê wê wateyê ku: perwerdehiya bi zimanê kurdî, geşkirina çand û hunerê, lêkolîna dîroka xwe û avakirina civakeke demokratîk ku tê de hemû endamên wê dikarin bi azadî xwebûna xwe bijîn.

Encam
Hişmendî, ne tenê têgeheke felsefî ye—ew cihê ku tê de em dijîn, ezmûn dikin, hîs dikin û xwe nas dikin. Ji bo kurdan, hişmendî herwiha cihê berxwedanê ye—cihê ku tê de xwebûna kurdî, tevî hemû hewlên tunekirinê, dimîne û pêş dikeve.
Di çavên derûnkolînerî de, şerê kurdan ne tenê şereke siyasî ye ji bo mafan—ew herwiha şereke derûnî ye ji bo xwe-nasîn, ji bo nasîna ji aliyê kesên din ve, ji bo azadiya jiyana xwebûna xwe bêyî înkar, bêyî şerm, bêyî veşartinê.
Trawmaya hevpar a gelê kurd kûr e, lê ev wan tune nekiriye. Berevajî, di nav vê trawmayê de, xwebûn û nasnameyek xurt a hevpar hatiye avakirin ku li ser berevanî, berxwedan û hêviya siberojeke azad ava bûye.
Hişmendî, tiştê ku me dike mirov e—û ji bo kurdan, hişmendiya kurdî tiştê ku wan dike kurd e. Ev ne tenê rastiyeke felsefî ye, lê herwiha rastiyeke derûnî, civakî û siyasî ye. Û dema ku em vê rastiyê qebûl bikin û li ser wê bisekinîn, em ê hêz û şiyana xwe ya rastîn bibînin—ne tenê ji bo berxwedanê, lê ji bo avakirina siberojeke ku tê de kurd dikarin bi azadî û bi xwebûna xwe ya têkûz bijîn.
Çavkanî
- Descartes, R. (1637). Discourse on Method.
- Fanon, F. (1961). The Wretched of the Earth. Grove Press.
- Frankl, V. (1946). Man’s Search for Meaning. Beacon Press.
- Freud, S. (1923). The Ego and the Id. W.W. Norton & Company.
- Hegel, G.W.F. (1807). Phenomenology of Spirit.
- Jung, C.G. (1959). The Archetypes and the Collective Unconscious. Princeton University Press.
- Lacan, J. (1977). Écrits: A Selection. W.W. Norton & Company.
- Rank, O. (1929). The Trauma of Birth. Martino Fine Books.
- Sartre, J.P. (1943). Being and Nothingness. Washington Square Press.
- Winnicott, D.W. (1960). The Maturational Processes and the Facilitating Environment. International Universities Press.
Termên Sereke
Nizimezî (Id): Beşa derhişî ya mejî ku tê de hêzên bingehîn ên biyolojîk û xwestên bingehîn cih digirin.
Ezî (Ego): Beşa hişyar û hişmend a mejî ku di navbera xwestên îdî û hewcedariyên realîteyê de balansê çêdike.
Bilindezî (Superego): Beşa mejî ku tomas û nirxên civakî vedihewîne û weke vicdanê tevdigere.
Derhişî (Unconscious): Qata mejî ku tê de bîranîn, xwest û trawmayên veşartî cih digirin û bandorê li tevger û hîsan dikin bêyî ku em hayder bin.
Mekanîzmên Berevaniyê (Defense Mechanisms): Stratejiyên derhişî yên mejî ji bo parastina xwe ji hest û ramanên neynebûyî. Mînak: înkarkirin, rengvedan, têveşartin, berzkirin.
Trawma: Ezmûnek an rûdanek ku ewqasî dijwar e ku mirov nikare bi awayekî saxlem bi wê re rû bi rû bê û ew di mejî de şînên domdar dihêle.
Rengvedan (Projection): Mekanîzmeke berevaniyê ku tê de mirov hest an taybetmendiyên xwe yên nepejirandî bo kesên din diparvezîne.
Berzkirin (Sublimation): Guherandina hêzên bingehîn an nerehet bo formên civakî yên qebûlbar û konstruktîf weke huner, zanist an têkoşîna civakî.
Xwebûna Sexte (False Self): Li gorî Winnicott, persona ku mirov ava dike ji bo pejirandina ji aliyê civakê ve, dema ku xwebûna rastîn tê veşartin.
Xwebûna Rastîn (True Self): Xwebûna orîjînal û otantîk a mirov ku hewcedariyên û hestên rastîn vedihewîne.
Şerê Ji Bo Nasînê (Struggle for Recognition): Têgeha Hegel ku dibêje mirov dixwaze ku kesên din xwebûna wî/wê nas bikin û qebûl bikin.
Derhişiya Hevpar (Collective Unconscious): Têgeha Jung ku behsa wareke derhişî dike ku hemû mirov bi wê ve girêdayî ne û ezmûn û sîmbolên hevpar ên mirovahiyê vedihewîne.
Înkarkirina Ji Aliyê Pareyî ve (Disavowal): Mekanîzmeke berevaniyê ku tê de mirov realîteyeke neynebûyî hem dizane hem jî nakire—di heman demê de hem “Ez dizanim” hem jî “Ez napejirînim” dibêje.
Dekolonîzasyona Mejî (Decolonization of the Mind): Têgeha Fanon ji bo rakirina înkarkirinên navxweyî yên ku kolonîzator di mejiyê miletê bindest de şandine.
Entegrasyon (Integration): Proseya bi hev re anîna beşên cuda yên ezmûna xwe (trawma, bîranîn, hest) di xwebûn û nasnameyek saxlem de.
Trawmaya Hevpar (Collective Trauma): Ezmûna trawmatîk a ku li ser civakekî an komeke mezin bandor dike û ji nifşekê bo nifşê din derbas dibe.
Brahîmê Alûcî, Derûnnas, Mêrdîn
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…