Çîrokên Watedar | Sirr

Zilamekî ku di rojeke germ de çûbû seferê tî bû û dest bi lêgerîna avê kir. Lêvên wî çilmisîbûn û qirika wî ji tîbûnê zuwa bûbû. Paşê gava li rastî bîrekê hat ew pir kêfxweş bû. Di cih de daket ser bîrê, tîbûna xwe vemirand û rehet bû.

Gava ji bîrê derket, dît ku kûçikek li dora bîrê dizivire. Kûçik ji ber tîbûnê zimanê xwe derdiket.

Gava mêrik halê kûçik dît, dilê wî êşîya û ji xwe re got: “Ev kûçik jî wek min tî ye, heywanê belengaz…” û dîsa daket binê bîrê. Ne karekî hêsan bû ku dakeve binî bîrê, avê bigire û bîne. Lê ya ku mirov vê yekê kir, hesta dilovaniya di dilê wî de bû. Pêlava xwe tijî av kir û pêlav bi devê xwe girt. Bi vî awayî ji bîrê derket. Wî ew ava da kûçik û bi dîtina ku kûçik jî têr av vexwar ew mêrik jî kêfxweş bû.

Xwedayê mezin ê ku rehma wî ya bêsînor e, ji reftarên baş ên vî mirovê ku ji heywanek di rewşek dijwar de dilovanî kir, kêfxweş bû. Bi vî awayî, ev zilam bû yek ji bendeyên ku Xwedê jê hez dikir û ew efû dikir. Belkî ev reftarên baş ên mêrik ji bo wî bibe wesîleya ketina bihuştê.

Li cihekî din, jinekê îşkence li pisîkekê kir, ku ev yek tam berovajî reftarên vî zilamî bû. Wî pisîk li cihekî mehsûr girt. Ne xwarin û vexwarin da wî û ne jî hişt ku ew bi xwe derkeve û xwarinê bibîne. Pisika feqîr ku bi rojan birçî û tî bû dawîyê mir. Ev reftara xerab a jinê belkî bû sedem ku ew bikeve rêya dojehê.

Jina ku bû sedema mirina pisîkê çima ket rêya dojehê? Sirra qenciya mêrê berê û korbûna vê jinê çi bû?

Wekî ku em dizanin, mîkrob pir piçûk in ku bi çavên rût nêne dîtin. Lêbelê, heke zirar û xerabiya ku ji van mîkrobên piçûk têne paşguh kirin, ew dikare bibe sedema mirinê jî. Mîkroba gribê jî, eger cidî neyê girtin, dikare bibe sedema pişikê û paşê jî pençeşêrê. Û mirov dikare ji vîrûsa gribê bimire.

Carinan mirovê ku piştî ku li ser kevirekî piçûk an jî mermerekî bikeve, dibe ku serê xwe li rûyekî hişk bikeve û ji xwînrêjiya mêjî bimire. Ger guneh bên paşgûh kirin û xeletî di nav de berdewam bin, dibe ku hest û jiyana giyanî ya mirov bimire. Jixwe, Xwedê nehêle, dibe ku jiyana ew kesî/ê di riya dojehê de biqede.

Mehmet Kuçuk 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *