Zêde Zeîfbûn Hate Qedexe Kirin

Li gor yasaya nû ku Pêncşemiya borî hat pesendkirin, sazî û dezgehên Fransayê, wê pîverên ceste û giraniyê amade bikin û nabe laşê mankenekî di jêr wan pîveran de be.

Ajansên Modayê jî wê nikaribin, mankenên ku laş û giraniya wan di jêr pîvanên diyarkirî de bin, bişixulînin.
Li gor wê yasayê, ew Ajansên ku di jêr pîvanên zeîfiyê de mankenan bişixulînin, heta 75 hezar Euro cezayê darayî û 6 meh jî cezayê zindanîkirinê wê li ber çavan bigrin.
Ew  malperên înternetê ku pesnê laşê zeîfiyê didin jî wê heta 10 Euro û salekê cezayên darayî û zindanîkirinê bên cezakirin.
Yekîtiya Ajansên Modayê a Netewî SYNAM’ê bertek nîşanî vê biryar da û ragihand, ev biryar nexweşiya anoreksiya û zeîfiyê tevlihev dike.
Ajansên di bin sivana SYNAM’ê teqez dikin ku ev yasa wê bibe sedema cûdatiyê, ji ber ku sirûşta hinek mankenan zeîfe.
Herwisa dibêjin, bi rêya nehiştina mankenên gelekî zeîf, rê li nexweşiya Anoreksiya nayê girtin.
Li Fransayê di navbera ji 30 hezar heta  40 hezar mirov bi nexweşiya Anoreksiyayê ketine ku xetereya mirinê li xwe digre.

Nexweşiya Aneroksiya

Nexweşiya Anoreksiya Nervoza, ji ber xwarin nexwarin, kêm xewkirin û kêm jî be rewşa psîkolojîk rû dide.
Ev nexweşî, zêdetir bi jin û keçên cîwan re tê ditin, ew jin û keçên ku laşê xwe ciwan nabînin hewlekê gelekî zêde didin û xwe zeîf dikin; êdî wiha lê tê ku piştî demekê îştaha wan namînê û nikarin xwarinê bixwin.  
Ev nexweşî dema gelekî pêş bikeve, heta mirinê diçe.

Çavkanî:hawarnet.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply