Tag Archives: raman

Bendemayin

 Herçendî demsal havîn bû, lê wê rojê wekî rojek ji payîzê be, bayek hênik dihat. Pîra Muradê ya dîrokî wekî hemû rojên betlaneyê dîsa gelek qelebalix bû… Bûk û zava ji boy wêne bikşînin ser pirê ketibûn rêzê. Bavên ku dixwastin zarokên xwe fêrî avjenîyê bikin, ber keraxa çem kom …

Read More »

Şerekî giran destpê kiribû…

Heta danê êvarê topên şahîderbzan mewziyên Bedlîsê bênavber kutan û kirin eleg û bêjing. Hirîna hespên serhişk, qirçîna tivingan, şingîna şûr û mertalan, vizîna tîr û riman û qarîna mêran tevlîhev dibû. Tep û toza simên hespên hêris û bazdayî ber bi asîmanê zelal de bilind dibû. Heydade û hengameyek …

Read More »

Welato

Bi hest û herikîna çemên te yên pîroz, bi bejn û bala çiyayên te yên qedîm silav li te be ey welato. Di pirtûkên dîrokê yên herî kevnare de, li ser zinarên şikevtên herî tarî, li şûnwarên te yên herî kufarî, bi destanên mêrxasên cegerpola yên li ser sînga te …

Read More »

Arîsto, Marx û Zewac

Li Ser Zewaca Ajalên Siyasî 1  Zoon Polîtîcîon; ev têgeh cara pêşî jî alîyê Arîsto ve hatiye gotin. Ev peyv di kurdî de tê maneya Ajalên Polîtîk. Arîstoyî insanan di nava koma ajalan de dibîne lê wan wek ajalên polîtîk bi nav dike. Ferqa di navbera insan û ajalan de …

Read More »

Refa Şîn

Gava wê di nav xwe re kirin û ji derî derxistin, xemgîniyeke giran xwe bera ser canê min da. Kela kela dilê min bû, lê ji fediya nedibû ku ez bigrîm. Min nizanibû, wê ewqas ji min re giran bihata. Roja yekşemê bû, zar û zêç tevde li malê bûn. …

Read More »

Jêrenot Ji bo Nivîsarên Akademîk

JÊRENOT (PERAWÊZ) JI BO GOTARÊN AKADEMÎK Û ZANISTÎ KU TÊ DANÎN Dawiya (dumahiya) hevoka xwe bi klavyeyê (ctrl, alt,f) pêlî van her sê tûşan bikin, herî jêr jêrenotê wiha binivîsin: Nav Paşnav,/ “Mijar” Xwediyê berhemê yê rastî, /navê berhemê (îtalîk) (b.n.) = berhema navborî  ango (g.n.) = gotara navborî – …

Read More »

Lawikê Fille

Qefle li jêra Gundê Çilkaniyê sekinî. Li cîhê sekinîn aveke tenikê zelal diherikî. Pêşiyê siwarî çûn ser avê. Gewriyên xwe yên ji germa havînê ziwa bûbûn, bi wê ava hênik şil kirin. Serçavên xwe ji toz û dûmana ku li wan danîbû û tevan bi hev re xistibû nav rengekî …

Read More »

Dayê ji min re hinarekê bîne

Êdî wê fam kiribû ku ya kuştunê ye. Diket odeya xwe bi tena serê xwe rûdinişt; di nav bêdengiyê de destê xwe dida ber cênîkên xwe û li ser halê xwe diponijî. Jixwe gava bav û bira li mal bûna xwe rê wan nedida. Carna dêya wê dihat bi benda …

Read More »

Çavên li ser darê

Çavên Şîlan û Zîlanê li ser şaxeke dara çinarê mabûn. Xwîn ji wan dinuqutî, bi zorê derdora xwe didîtin. Çavên Şîlanê deng li yên Zîlanê kirin:       – «Zîlan, ma ew dilê ku li ser cadê di nav lingan de diçe û tê ne yê te ye?»       Çavên Zîlanê …

Read More »