Tag Archives: Konê Reş

Nîsan, 2022

  • 10 Nîsan

    85 Saliya Rojbûna Yilmaz Guney (1937 – 1984)

    Di yekê Nîsanê de 2022, (85) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe. Yilmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em  wî bibîr bînin?

Adar, 2022

  • 13 Adar

    Di 33 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de

    Bi vê helkefta ku 33 sal di ser koçkirina Hunermend Mihemed Şêxo re derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê …

Tebax, 2021

  • 15 Tebax

    Min Got û Negot!

    Gelo! Hûn dizanin, her ku kalemêrek an pîrejneke me dimire, pitûkxaneyeke me pê re dişewite..! Û her roj kalemêr û pîrejinên me li ser rêka oxirê ne.. Her roj pirtûkxaneyên me têne şewitandin..! Mixabin! Rêxistinên me, nefikirî ne ku, zargotin me ji ser zardevê wan bidin hev û tomar bikin..! Di nifşê nûhatî de neponijî ne..! Ev nifşê ku di …

Nîsan, 2021

  • 22 Nîsan

    Gazinek Ji Meha Nîsanê!

    Nîsanê! Ev çi ewrê reş e, Xwe di ser bajarê min re Dibe û tîne?! Çima tu dêmê xwe ji xelkên min Diguherîne..?! Nakokî, dubendî û berberiyê Di nav xelkên min de Gur, bilind û sor dike..?! Nîsanê! Tu gula biharê û bûka salê ye.. Heyva gul, kulîlk û çîçeka ye.. Hêlîna şalûla û bilbila ye.. Heyva evîn û aramiyê …

  • 22 Nîsan

    Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

    Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê li canê Mîr Miqdad Medhet, …

Adar, 2021

  • 13 Adar

    Ezbenî! Çend Xilmaşî!

    Ezbenî! Gotin di dawiya şevê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!! Ezbenî! Her ku di rewşa civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran zirz û tund dibim û …

  • 11 Adar

    Mamoste Mihemed Berzencî Nas Bikin!

    Bi min xweş e ku ez Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bibîr bînim û bi we bidim naskirin. Evê ku di rojên teng û dijwar de karîbû pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), ji me re berhev bike.. Erê wî! Ku ez û te wî bibîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne û bide naskirin.. …

Hezîran, 2020

  • 24 Hezîran

    Gotinek di 35 saliya oxirkirina bavê min de

    Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî …

  • 22 Hezîran

    Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye

    Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reş kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Reş bi xebatên …

Sermawêz, 2020

  • 21 Sermawêz

    Gotinek û Helbestek Zarokan

    Di rojek wek îro de 20.11.2020an de, berî 31 salê, Netewên Yekbûyî peymana parastina mafê zarokan mor kiriye.. Bi vê helkeftê û Cejna zarokên cîhanê, min ev helbest nivîsandiye.. Ev helbest min di vê dîwana min a ku di sala 2013an de li Amedê hatiye çapkirin, belavbûye: Em zarokên Kurda ne Ji bê pirsî winda ne Kesî haj me qet …