Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye

Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reş kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Reş bi xebatên xwe yên di çil salên dawî de bi roleke gelek balkêş di parastina çand û dîroka kurdî de rabûye.

Xelata Şerefname her sal ji aliyê Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyenayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin. Înstîtûta Kurdî xelata xwe ya çand û zimanê kurdî di bin navê “Şerefname” pêşkêş dike. Şerefname pirtûka dîroka kurdî ya Şerefxanê Bedlîsî ye û carinan wek “Dîroka Kurdistanê” jî tê naskirin.

Tê zanîn ku Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya sala 2018an diyarî Prof. Celîlê Celîl kiribû ji bo rola wî ya balkêş di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de û ya sala 2019an jî pêşkêşî nivîskarê navdar Şahîn Bekirê Soreklî kir.

Konê Reş: rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e. Di malbateke kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve ji ziman, folklor û toreya gelê xwe hez kiriye.

Bi dehan berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin.

Konê Reş wekî rewşenbîrekî kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin, çimkî ew yek ji wan kesên pêşî ye ku di van çil salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê kurdî nivîsandiye û hê jî bi kar û barên xwe yên nivîsandina bi zimanê kurdî radibe.

Konê Reş, di sala 1953an de li gundê bi navê Doda hatiye ser rûyê dinyê. Navê Konê Reş yê rasteqîn (Selmanê Osmanê Abdo) ye. Bi sedema kar, xebat û keda wî ya kurdewarî, ew bi navê (Konê Reş) li seranserî Kurdistanê hatiye naskirin.

Li ciyê ku lê hatiye dinyê xwendina xwe ya seretayî temam kiriye‚ paşê li Qamişlo û Hesekêyê lîse ango bakalorya standiye û gelek hewl dane ku xwendina xwe ya bilind bi dawî bike, lê pê re neçûye serî ta ku di Almanyaya rojava re derketiye.

Ji mêj ve bi ziman, folklor û toreya gelê xwe mijûl bûye. Di gelek kovar, rojname û belavokên kurdî de beşdar bûye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weşandin û belavkirin.

Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, li gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî ta hejmara 10an, dûvre jî wî bi tena serê xwe berpirsiyariya kovarê hilgirt ser milên xwe ta ku hejmarên wê gihane 15an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 – 1992an de, li Qamişloyê, li nav kurdên Binxetê dihat belavkirin.

Konê Reş di jiyana xwe de ta roja îro gelek xelat standine. Ji wan xelatan: di sala 1998an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya kurdî Xelata Zêrîn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye, û di sala 2000î de jî, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê, ji aliyê wezîrê rewşenbîrîyê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Felekeddîn Kakeyî ve hatiye xelatkirin. Di sala 2003an de Konê Reş li Amedê beşdarî sedsaliya Cegerxwîn bûye. Konê Reş, ev 15 sal in, endam e di PENa Kurd de, ya ku şaxeke ji PENa Navnetewî ye.

 

Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê

Viyêna, 19.12.2020

 

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply