Kevirê Qul ê Bedlîsê yê navdar, weke ku tê zanîn ji demên kevnar heta sala 1971-an, wek sembola Bedlîsê dihat zanîn. Mixabin di sala 1971-an de hate xerakirin. Ferîbotêke mezin bûye sedema xerakirina wî. Di sala 1971-an da, anîna ferîbotekî mezin li ser Behra Wan-ê tê fikirkirin. Kevirê Qul jî, li ser reya ber bi Tetwan-ê ve diçe ye. Berpirsyarên …