Şemî , 8 Gulan 2021

Strana Serxwebûnê

Bîst û pencê vê ilûnê

Refranduma serxwebûnê

Erê erê bo hebûnê

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Kurdno! Rabin bilezînin

Nasnameya xwe bistînin

Bi yek dengî bilîlînin

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Bela canên gorbihiştan

Şad -aram bin li goristan

Navbilind bin li Kurdistan

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Şerefxan û Mîr Bedirxan

Nehrî û Pîran û Barzan

Her zindî bin li Kurdistan

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Hewlêr û Dêrsim û Batman

Mehabad, Amûd û Botan

Ew in dayikên niştiman

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Serxwebûn şêrîn û xweş e

Welî bibe rengê reş e

Kurd tevî, bibin rûgeş e

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Îlûn meha me kurda ye

Ala rengîn va li ba ye

Dilê kurdan pir pê şa ye

Bijî bijî serxwebûnê.

 

Konê Reş, Qamişlo, 29/6/2017

About Konê Reş

Konê Reş

Check Also

Profîla Xwendevanên Kurd

Gelo kategoriya xwendevanên kurd çiye? Kê pir pirtûkên kurdî dixwîne? Karker, karmend, gundî, xwendevan, esnaf …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.