Meala Sureya Yasînê

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm (ez dest bi xwendinê dikim) 

Sureya Yasîn, ku di Qurana Pîroz de sûreyeke bi nav û deng e, bi navê xwe yê 36an tê naskirin û ji 83 ayetan pêk tê. Navê wê ji herfên “Ya-Sîn” ên di destpêkê de tê. Ev sûreyeke Mekkî ye, yanî li Mekkeyê hatiye daxistin, û armanca wê xurtkirina baweriyê û hişyarkirina mirovan e. Di naverokê de yekxwedayî, pexemberî, jiyana axretê û nîşaneyên Xwedê di xwezayê de cih digirin, her wiha çîrokên pêxemberan û têkoşîna wan jî têne behskirin. Di nav misilmanan de wekî “dilê Quranê” tê dîtin, bi gelemperî di duayan û merasîmên olî de tê xwendin, ji ber ku tê bawerkirin ku xwendina wê aramî û xelatên manewî tîne.

 



يٰسٓۜ

1. Yâ, Sîn.


وَالْقُرْاٰنِ الْحَك۪يمِۙ

2. Qesem bi Qur’ana xwedî hukim û hikmet be.


اِنَّكَ لَمِنَ الْمُرْسَل۪ينَۙ

3. Bêşik tu, ji pêxemberên hatine şandin/mursel î.


عَلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍۜ

4. (Bêguman tu,) li ser rêya rast î.


تَنْز۪يلَ الْعَز۪يزِ الرَّح۪يمِۙ

5. (Ew Qur’an,) ji alîyê (Allahê) ku (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser abdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e hatîye daxistin.


لِتُنْذِرَ قَوْمًا مَٓا اُنْذِرَ اٰبَٓاؤُ۬هُمْ فَهُمْ غَافِلُونَ

6. Ji bo tu qewmekî ku bavên wan nehatîye hişyarkirin û di nava xefletê de ne hişyar bikî (hatî şandin).


لَقَدْ حَقَّ الْقَوْلُ عَلٰٓى اَكْثَرِهِمْ فَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ

7. Li ser pirên wan ew soz (a ezabê) heq bûye. Ew îman naynin.


اِنَّا جَعَلْنَا ف۪ٓي اَعْنَاقِهِمْ اَغْلَالًا فَهِيَ اِلَى الْاَذْقَانِ فَهُمْ مُقْمَحُونَ

8. Me, xelqeyên hesin di stûyên wan de borandinê ku ew gihîştine heta argûşka/erçena wan û ew serrakirî mane.


وَجَعَلْنَا مِنْ بَيْنِ اَيْد۪يهِمْ سَدًّا وَمِنْ خَلْفِهِمْ سَدًّا فَاَغْشَيْنَاهُمْ فَهُمْ لَا يُبْصِرُونَ

9. Me li pêşîya wan û li pişt wan seddek danîye. (Bi ve awayê) me ew nixumandin. Êdî (heqîyê) nabînin.


وَسَوَٓاءٌ عَلَيْهِمْ ءَاَنْذَرْتَهُمْ اَمْ لَمْ تُنْذِرْهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ

10. Tu wan hişyar bikî jî hişyar nekî jî yek e. Îman naynin.


اِنَّمَا تُنْذِرُ مَنِ اتَّبَعَ الذِّكْرَ وَخَشِيَ الرَّحْمٰنَ بِالْغَيْبِۚ فَبَشِّرْهُ بِمَغْفِرَةٍ وَاَجْرٍ كَر۪يمٍ

11. Tu enceq bikaribî ew ên didin pey zikrê/Qur’anê û (digel ku nedîtine an jî di cihên ku tu kes wan nabîne de) ji Rahmân ditirsin hişyar bikî. Mizgîna mexfîretê û mikafatekî mezin bide wan.


اِنَّا نَحْنُ نُحْيِ الْمَوْتٰى وَنَكْتُبُ مَا قَدَّمُوا وَاٰثَارَهُمْۜ وَكُلَّ شَيْءٍ اَحْصَيْنَاهُ ف۪ٓي اِمَامٍ مُب۪ينٍ۟

12. Bêşik yê ku mirîyan divejîne em in. Ew (amel) ên ku kirine û di pêş de şandine jî û berhemên ku li paş hiştine jî em dinivîsin. Me, her tiştî di Kitêbeke vikîvekirî de qeyd kiriye.


وَاضْرِبْ لَهُمْ مَثَلًا اَصْحَابَ الْقَرْيَةِۢ اِذْ جَٓاءَهَا الْمُرْسَلُونَۚ

13. Tu mîsala gelê wî bajarî bide wan. Wê demê pêxember ji wan re hatibûn.


اِذْ اَرْسَلْنَٓا اِلَيْهِمُ اثْنَيْنِ فَكَذَّبُوهُمَا فَعَزَّزْنَا بِثَالِثٍ فَقَالُٓوا اِنَّٓا اِلَيْكُمْ مُرْسَلُونَ

14. Wê demê ligel ku me ji wan re du qasid şandibûn jî wan herduyan derewandibûn. Me jî bi yekî sêyem re piştgirî dabû wan. Gotin: “Bêşik, em qasidên ku ji we re hatine şandin in.”


قَالُوا مَٓا اَنْتُمْ اِلَّا بَشَرٌ مِثْلُنَاۙ وَمَٓا اَنْزَلَ الرَّحْمٰنُ مِنْ شَيْءٍۙ اِنْ اَنْتُمْ اِلَّا تَكْذِبُونَ

15. Gotin: “Hûn, bitenê weke me mirov in. Rahmân, qet tu tiştî danexistîye. Hûn bes derewan dikin.”


قَالُوا رَبُّنَا يَعْلَمُ اِنَّٓا اِلَيْكُمْ لَمُرْسَلُونَ

16. Gotin: “Rabbê me dizane ku em ji we re hatine şandin.”


وَمَا عَلَيْنَٓا اِلَّا الْبَلَاغُ الْمُب۪ينُ

17. “Wezîfeya me bitenê teblîxeke vikîvekirî ye.”


قَالُٓوا اِنَّا تَطَيَّرْنَا بِكُمْۚ لَئِنْ لَمْ تَنْتَهُوا لَنَرْجُمَنَّكُمْ وَلَيَمَسَّنَّكُمْ مِنَّا عَذَابٌ اَل۪يمٌ

18. Gotin: “Em, we bêyom/bêoxir dihesibînin. Hûn dev ji (gotinên xwe) bernedin, bêguman em ê we bidin ber keviran û wê ji me ezabekî biêş û jan bi we bikeve.”


قَالُوا طَٓائِرُكُمْ مَعَكُمْۜ اَئِنْ ذُكِّرْتُمْۜ بَلْ اَنْتُمْ قَوْمٌ مُسْرِفُونَ

19. Gotin: “Bêoxirîya we bi we re ye. Ji bo ku şîret li we hatîye kirin loma (hûn me bêoxir dihesibînin)? Berevajî hûn, qewmekî ji hedê xwe borî û ser xwe de çûyî ne.”


وَجَٓاءَ مِنْ اَقْصَا الْمَد۪ينَةِ رَجُلٌ يَسْعٰى قَالَ يَا قَوْمِ اتَّبِعُوا الْمُرْسَل۪ينَۙ

20. Zilamek ji wî alîyê bajêr ve bezîya hat û got: “Ya qewmê min! Tabiê van qasidên şandî/mursel bibin.”


اِتَّبِعُوا مَنْ لَا يَسْـَٔلُكُمْ اَجْرًا وَهُمْ مُهْتَدُونَ

21. “Tabiê wan kesên ku ji we qet tu heqdestekî naxwazin bibin. Ewana, kesên ku gihîştine hîdayetê ne.”


وَمَا لِيَ لَٓا اَعْبُدُ الَّذ۪ي فَطَرَن۪ي وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ

22. (Ka bibêjin:) “Ma çi li min qewimîye ku ez îbadetê li wî yê ku min xuliqandîye nekim? Hûn hemû bi bal wî ve bên vegerandin.”


ءَاَتَّخِذُ مِنْ دُونِه۪ٓ اٰلِهَةً اِنْ يُرِدْنِ الرَّحْمٰنُ بِضُرٍّ لَا تُغْنِ عَنّ۪ي شَفَاعَتُهُمْ شَيْـًٔا وَلَا يُنْقِذُونِۚ

23. “Erê ma ez ê ji xeynî Allah hin îlâhên din bigirim? Eger Rahmân ji bo min zerarekî daxwaz bike, şefaeta wan qet tu feyde nade û nikarin min xelas jî bikin.”


اِنّ۪ٓي اِذًا لَف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ

24. “Wê gavê ez ê, di nava rêşaşîtîyekî eşkere de bim.”


اِنّ۪ٓي اٰمَنْتُ بِرَبِّكُمْ فَاسْمَعُونِۜ

25. “Bêguman min, îman bi Rabbê we anî. Êdî guhdarîya min bikin.”


ق۪يلَ ادْخُلِ الْجَنَّةَۜ قَالَ يَا لَيْتَ قَوْم۪ي يَعْلَمُونَۙ

26. (Jê re) hat gotin: “Bikeve cennetê.” Got: “Xwezî qewmê min bizaniba…”


بِمَا غَفَرَ ل۪ي رَبّ۪ي وَجَعَلَن۪ي مِنَ الْمُكْرَم۪ينَ

27. “Ku Rabbê min mexfîretê li min kiriye û ez kirime ji yên hatine îkramkirin.”


وَمَٓا اَنْزَلْنَا عَلٰى قَوْمِه۪ مِنْ بَعْدِه۪ مِنْ جُنْدٍ مِنَ السَّمَٓاءِ وَمَا كُنَّا مُنْزِل۪ينَ

28. Me piştî wî, ji bo qewmê wî (helak bikin) ji esman herçî yek artêşek danexist. Em danaxînin jî.


اِنْ كَانَتْ اِلَّا صَيْحَةً وَاحِدَةً فَاِذَا هُمْ خَامِدُونَ

29. (Ya ku wan helak kir) bitenê qîrînek bû. (Tu çi bibînî. Mala wan mîrat bû, ocaxa wan) tefîyan (tune bûn û çûn).


يَا حَسْرَةً عَلَى الْعِبَادِۚ مَا يَأْت۪يهِمْ مِنْ رَسُولٍ اِلَّا كَانُوا بِه۪ يَسْتَهْزِؤُ۫نَ

30. Xwelî li serê (wan) îbadan be! Çi dema ji wan re qasidek bê, hema tinazên xwe pê dikirin.


اَلَمْ يَرَوْا كَمْ اَهْلَكْنَا قَبْلَهُمْ مِنَ الْقُرُونِ اَنَّهُمْ اِلَيْهِمْ لَا يَرْجِعُونَ

31. Qey ew wan qewmên berîya wan ku me ew helak kirine û careke din li wan nevegerîyane, nabînin?


وَاِنْ كُلٌّ لَمَّا جَم۪يعٌ لَدَيْنَا مُحْضَرُونَ۟

32. Muheqeq ew hemû wê di hizûra me de bên amade kirin.


وَاٰيَةٌ لَهُمُ الْاَرْضُ الْمَيْتَةُۚ اَحْيَيْنَاهَا وَاَخْرَجْنَا مِنْهَا حَبًّا فَمِنْهُ يَأْكُلُونَ

33. Axa mirî, ji bo wan ayetek e. Me heyat da wê û hebên/teneyên ku jê dixwin jê derxist.


وَجَعَلْنَا ف۪يهَا جَنَّاتٍ مِنْ نَخ۪يلٍ وَاَعْنَابٍ وَفَجَّرْنَا ف۪يهَا مِنَ الْعُيُونِۙ

34. Me tê de bexçeyên xurman û rezên tirî ava kir û me li wê derê kanîyan herikandin.


لِيَأْكُلُوا مِنْ ثَمَرِه۪ۙ وَمَا عَمِلَتْهُ اَيْد۪يهِمْۜ اَفَلَا يَشْكُرُونَ

35. Ji bo ku ew ji fêkîyên wan û ji keda destê xwe bixwin… Hêj jî şikur nakin?


سُبْحَانَ الَّذ۪ي خَلَقَ الْاَزْوَاجَ كُلَّهَا مِمَّا تُنْبِتُ الْاَرْضُ وَمِنْ اَنْفُسِهِمْ وَمِمَّا لَا يَعْلَمُونَ

36. Ew (Allahê) ku ji tiştên ax heşîn dike û ji nefsên wan û ji ew (heyîn) ên pê nizanin cot bi cot xuliqandîye, ji hemû kêmasîyan munezzeh e/pak e.


وَاٰيَةٌ لَهُمُ الَّيْلُۚ نَسْلَخُ مِنْهُ النَّهَارَ فَاِذَا هُمْ مُظْلِمُونَۙ

37. Şev jî ji bo wan ayetek e. Em rojê ji ser wê radikêşin. (Tu dibînî ku) di nava tarîtîyê de mane.


وَالشَّمْسُ تَجْر۪ي لِمُسْتَقَرٍّ لَهَاۜ ذٰلِكَ تَقْد۪يرُ الْعَز۪يزِ الْعَل۪يمِۜ

38. Roj jî bi rêgeha xwe ya diyarbûyî û bi cihê sekna xwe ve diherike. Ev, teqdîra (wî Allah ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.


وَالْقَمَرَ قَدَّرْنَاهُ مَنَازِلَ حَتّٰى عَادَ كَالْعُرْجُونِ الْقَد۪يمِ

39. Me ji bo heyvê jî hin menzîlên seknê heyî kirin. Paşê ew dikeve şikilê çiqilê dara xurmê (dibe weke kevana zirav).


لَا الشَّمْسُ يَنْبَغ۪ي لَهَٓا اَنْ تُدْرِكَ الْقَمَرَ وَلَا الَّيْلُ سَابِقُ النَّهَارِۜ وَكُلٌّ ف۪ي فَلَكٍ يَسْبَحُونَ

40. Ne roj digihîje heyvê û ne jî şev dikare bikeve pêşîya rojê. Hemû di rêgehekî de diherikin.


وَاٰيَةٌ لَهُمْ اَنَّا حَمَلْنَا ذُرِّيَّتَهُمْ فِي الْفُلْكِ الْمَشْحُونِۙ

41. Ev jî ji bo wan ayetek e ku me zurîyeta wan di keştîya dagirtî de kişandîye.


وَخَلَقْنَا لَهُمْ مِنْ مِثْلِه۪ مَا يَرْكَبُونَ

42. Ji bo siwar bibin xuliqandina (keştî û) tiştên weke wan jî (ji bo wan ayet in).


وَاِنْ نَشَأْ نُغْرِقْهُمْ فَلَا صَر۪يخَ لَهُمْ وَلَا هُمْ يُنْقَذُونَۙ

43. Em bixwazin (keştîyan di avê de naherikînin û) wan dixeniqînin. Ne tu kes dikare xwe bigihîjîne alîkarîya wan û ne jî tên xelaskirin.


اِلَّا رَحْمَةً مِنَّا وَمَتَاعًا اِلٰى ح۪ينٍ

44. Ji ber rahmeta ku me li wan kiriye heta demeke diyarkirî (ku ecelê wan e) îstîfadekirina me ne tê de.


وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اتَّقُوا مَا بَيْنَ اَيْد۪يكُمْ وَمَا خَلْفَكُمْ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ

45. Dema ji wan re tê gotin: “Xwe ji (ezab) a li pêşîya we ye û ji (gunehên berê) ya ku li pişt we maye bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin merhametê” (lê qet gûh nadin).


وَمَا تَأْت۪يهِمْ مِنْ اٰيَةٍ مِنْ اٰيَاتِ رَبِّهِمْ اِلَّا كَانُوا عَنْهَا مُعْرِض۪ينَ

46. Dema ayetek ji ayetên Rabbê wan ji wan re tê, teqez jê rû vedigerînin.


وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ اَنْفِقُوا مِمَّا رَزَقَكُمُ اللّٰهُۙ قَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَنُطْعِمُ مَنْ لَوْ يَشَٓاءُ اللّٰهُ اَطْعَمَهُۗ اِنْ اَنْتُمْ اِلَّا ف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ

47. Dema ji wan re tê gotin: “Ji rizqê ku Allah daye we înfaq bikin.” ew ên kafir ji mumînan re wiha gotin: “Ew kesên eger Allah bixwesta wê wan têr bikira, ma em ê wan têr bikin? Hûn, di rêşaşîtîyekî vikîvekirî de ne.”


وَيَقُولُونَ مَتٰى هٰذَا الْوَعْدُ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ

48. Dibêjin: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, wê weada (ezabê) ku we (li me) kiribû kengê ye? (Bila bê em bibînin!)”


مَا يَنْظُرُونَ اِلَّا صَيْحَةً وَاحِدَةً تَأْخُذُهُمْ وَهُمْ يَخِصِّمُونَ

49. Tiştê ku lihêvîyê ne bitenê qîrînek e. Çaxê (di navbera xwe de) nîqaş dikin ji nîşka ve bi wan digire.


فَلَا يَسْتَط۪يعُونَ تَوْصِيَةً وَلَٓا اِلٰٓى اَهْلِهِمْ يَرْجِعُونَ۟

50. Êdî ne dikarin wesîyetekî bikin û ne ji dikarin li malbatên xwe vegerin.


وَنُفِخَ فِي الصُّورِ فَاِذَا هُمْ مِنَ الْاَجْدَاثِ اِلٰى رَبِّهِمْ يَنْسِلُونَ

51. Li sûrê hatîye pifkirin. (Tu dibînî ku) ji gorên xwe derketine û bi lez ber bi Rabbê xwe ve diçin.


قَالُوا يَا وَيْلَنَا مَنْ بَعَثَنَا مِنْ مَرْقَدِنَاۢ ۔هٰذَا مَا وَعَدَ الرَّحْمٰنُ وَصَدَقَ الْمُرْسَلُونَ

52. Dibêjin: “Hey wax li me! Kî em ji gorên ku demeke dirêj e em tê de razayî bûn rakirîye? Tiştê ku Rahmân wead kiriye ev e. (Fêm dibe ku) pêxemberan rast gotine. (Vejîna piştî mirinê û axîret heq e.)”


اِنْ كَانَتْ اِلَّا صَيْحَةً وَاحِدَةً فَاِذَا هُمْ جَم۪يعٌ لَدَيْنَا مُحْضَرُونَ

53. Bitenê qîrînek û hew! Hemû di heman demê de di hizûra me de tên amade kirin.


فَالْيَوْمَ لَا تُظْلَمُ نَفْسٌ شَيْـًٔا وَلَا تُجْزَوْنَ اِلَّا مَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ

54. Îro, qet li tu nefsî neheqîyekî herî biçûk jî nayê kirin û ji xeynî kirinên xwe pê ve hûn tu gerew/berdêl nabînin.


اِنَّ اَصْحَابَ الْجَنَّةِ الْيَوْمَ ف۪ي شُغُلٍ فَاكِهُونَۚ

55. Bêguman wê rojê ehlê cennetê, di nav şahîyê de (bi nîmetên cennetê) meşxul in.


هُمْ وَاَزْوَاجُهُمْ ف۪ي ظِلَالٍ عَلَى الْاَرَٓائِكِ مُتَّكِؤُ۫نَ

56. Ew û hevjînên wan di bin sîgehan de li ser textan paldayî ne.


لَهُمْ ف۪يهَا فَاكِهَةٌ وَلَهُمْ مَا يَدَّعُونَۚ

57. Li wê derê ji bo wan fêkî û çi tiştê bixwazin heye.


سَلَامٌ قَوْلًا مِنْ رَبٍّ رَح۪يمٍ

58. Ji cem Rabbê pir bi merhamet ve ji wan re bidevkî “silav” heye.


وَامْتَازُوا الْيَوْمَ اَيُّهَا الْمُجْرِمُونَ

59. (Allah dibêje:) “Gelî mucrîman! Hûn wiha veqetin.”


اَلَمْ اَعْهَدْ اِلَيْكُمْ يَا بَن۪ٓي اٰدَمَ اَنْ لَا تَعْبُدُوا الشَّيْطَانَۚ اِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُب۪ينٌۙ

60. Gelî Zaroyên Âdem! Ma min li we wiha ferman nekiribû: “Ji şeytan re evdîtîyê/îbadetê nekin, ew neyarê we yê vikîvekirî ye.”?


وَاَنِ اعْبُدُون۪يۜ هٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَق۪يمٌ

61. “(Ma min negotibû) ji min (tenê) re evdîtîyê bikin. Rêya rasterast ev bixwe ye.”


وَلَقَدْ اَضَلَّ مِنْكُمْ جِبِلًّا كَث۪يرًاۜ اَفَلَمْ تَكُونُوا تَعْقِلُونَ

62. “Sond be, ji we gelek civakan xerifand. Erê ma we qet aqil nedigirt.”


هٰذِه۪ جَهَنَّمُ الَّت۪ي كُنْتُمْ تُوعَدُونَ

63. “Ha ev, cehennema ku ji we re hatîye weadkirin e.”


اِصْلَوْهَا الْيَوْمَ بِمَا كُنْتُمْ تَكْفُرُونَ

64. “Di berdêla kufra xwe de îro têkevin wê (cehennemê).”


اَلْيَوْمَ نَخْتِمُ عَلٰٓى اَفْوَاهِهِمْ وَتُكَلِّمُنَٓا اَيْد۪يهِمْ وَتَشْهَدُ اَرْجُلُهُمْ بِمَا كَانُوا يَكْسِبُونَ

65. Îro, em devên wan mohr dikin. (Guneh) ên bi dest xistine destên wan ji me re dibêjin û pîyên wan jî şahidî dikin.


وَلَوْ نَشَٓاءُ لَطَمَسْنَا عَلٰٓى اَعْيُنِهِمْ فَاسْتَبَقُوا الصِّرَاطَ فَاَنّٰى يُبْصِرُونَ

66. Eger me bixwesta, me yê çavên wan bixitimandiba (kor bikira). (Ji bo rastîyê bibînin, wekî wan heywanên vir de wir de dibezin) bi rê ve li hev dibezîyan. (Em, ji dîtina heqîyê re bibûna asteng) wê çawa bidîtana?


وَلَوْ نَشَٓاءُ لَمَسَخْنَاهُمْ عَلٰى مَكَانَتِهِمْ فَمَا اسْتَطَاعُوا مُضِيًّا وَلَا يَرْجِعُونَ۟

67. Eger me bixwesta, me yê rûçikê wan di cihê xwe de bi heyînên din re biguhertiba. Êdî ne dikaribûn pêş ve herin û ne jî paş de vegerin.


وَمَنْ نُعَمِّرْهُ نُنَكِّسْهُ فِي الْخَلْقِۜ اَفَلَا يَعْقِلُونَ

68. Em umrê kî dirêj bikin, di xulixandinê de me ew serberjêr (piştî hêzdarîyê bi qelsbûnê ve û ji çaxê herî xweşik bi dema herî xerab ve) zivirandîye. (Nexwe bi gotina ‘Ez ê di pêş de bikim’ bila berpirsîyarîyên xwe nedin paş. Hêj ku hêz û quweta wan di cih de ye bila şayestane/bişirjawî evdîtîya Allah bikin.) Ma aqil nagirin?


وَمَا عَلَّمْنَاهُ الشِّعْرَ وَمَا يَنْبَغ۪ي لَهُۜ اِنْ هُوَ اِلَّا ذِكْرٌ وَقُرْاٰنٌ مُب۪ينٌۙ

69. Me helbest/şiîr hînê wî nekiriye, ev ne babetê wî ye jî. Ew, bitenê zikrek/şîretek û Qur’aneke vikîvekirî ye.


لِيُنْذِرَ مَنْ كَانَ حَيًّا وَيَحِقَّ الْقَوْلُ عَلَى الْكَافِر۪ينَ

70. Heta ku (Qur’an) wan ên zindî hişyar bike û li ser kafiran soz/huccet (a Allah) heq bibe.


اَوَلَمْ يَرَوْا اَنَّا خَلَقْنَا لَهُمْ مِمَّا عَمِلَتْ اَيْد۪ينَٓا اَنْعَامًا فَهُمْ لَهَا مَالِكُونَ

71. Qey nedîtin? Me bi karê destên xwe ji bo feydeya wan (ji pez û ji dewaran) ajalan/heywanan xuliqand. Ew, xwedîtî li (van) heywanan dikin (di karên ku ji wan re sûdmend in de diemilînin).


وَذَلَّلْنَاهَا لَهُمْ فَمِنْهَا رَكُوبُهُمْ وَمِنْهَا يَأْكُلُونَ

72. Me (ew heywan) ji wan re stûxwar kirin. Hem siwareyên wan ji (van) heywanan in û hem jî ji wan dixwin.


وَلَهُمْ ف۪يهَا مَنَافِعُ وَمَشَارِبُۜ اَفَلَا يَشْكُرُونَ

73. Û di wan de, ji bo wan vexwarin û feyde (yên din) hene. Ma ew şikur nakin?


وَاتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ اٰلِهَةً لَعَلَّهُمْ يُنْصَرُونَۜ

74. Bi hêvîya ku alîkarî li wan bê kirin, ji bo xwe ji xeynî Allah hin îlâhên din girtin.


لَا يَسْتَط۪يعُونَ نَصْرَهُمْۙ وَهُمْ لَهُمْ جُنْدٌ مُحْضَرُونَ

75. (Ew ên ku ji xwe re îlâh girtine) nikarin alîkarîya wan bikin. Lê ew (muşrîk bixwe), ji bo ku îlâh girtine leşkerên amadekirî ne.


فَلَا يَحْزُنْكَ قَوْلُهُمْۢ اِنَّا نَعْلَمُ مَا يُسِرُّونَ وَمَا يُعْلِنُونَ

76. Bila gotinên wan te xemgîn neke. Em bi ya ku ew vedişêrin jî û eşkere dikin jî dizanin.


اَوَلَمْ يَرَ الْاِنْسَانُ اَنَّا خَلَقْنَاهُ مِنْ نُطْفَةٍ فَاِذَا هُوَ خَص۪يمٌ مُب۪ينٌ

77. Qey însan nabîne ku me ew ji dilopek av xuliqandîye? (Niha ew) bûye dijminekî vikîvekirî.


وَضَرَبَ لَنَا مَثَلًا وَنَسِيَ خَلْقَهُۜ قَالَ مَنْ يُحْيِ الْعِظَامَ وَهِيَ رَم۪يمٌ

78. Xuliqandina xwe ji bîr kir û mîsal da me û wiha got: “Ma wê kî van hestîyên rizîyayî bivejîne?”


قُلْ يُحْي۪يهَا الَّذ۪ٓي اَنْشَاَهَٓا اَوَّلَ مَرَّةٍۜ وَهُوَ بِكُلِّ خَلْقٍ عَل۪يمٌۙ

79. Bibêje: “Ew ê ku wî cara ewil heyî kiriye wê bivejîne. Ew, bi her cureya xuliqandinê dizane.”


اَلَّذ۪ي جَعَلَ لَكُمْ مِنَ الشَّجَرِ الْاَخْضَرِ نَارًا فَاِذَٓا اَنْتُمْ مِنْهُ تُوقِدُونَ

80. Ew (Allah) e ku ji dara hêşîn ji we re kiriye (şewateya) agirê. Hûn jî jê dişewitînin.


اَوَلَيْسَ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ بِقَادِرٍ عَلٰٓى اَنْ يَخْلُقَ مِثْلَهُمْۜ بَلٰى وَهُوَ الْخَلَّاقُ الْعَل۪يمُ

81. Ew ê erd û asîman xuliqandibe, ma ne qadir e ku yên wekî wan bixuliqîne? Helbet (qadir e). Ew, (yê ku pir dixuliqîne) Xellaq û (zanayê her tiştî) Alîm e.


اِنَّمَٓا اَمْرُهُٓ اِذَٓا اَرَادَ شَيْـًٔا اَنْ يَقُولَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ

82. Dema ku tiştekî bixwaze, fermana wî ev e ku jê re bibêje: “Bibe!” Ew jî hema çêdibe.


فَسُبْحَانَ الَّذ۪ي بِيَدِه۪ مَلَكُوتُ كُلِّ شَيْءٍ وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ

83. Ew (Allah) ê ku desthilatî û serwerîyê di dest xwe de digire, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. Hûn ê bi bal wî ve bêne vegerandin.

Çavkanî: Ji meala tevhidê hat standin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *