Rojîname – 22

Ayeta Rojê

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِۜ وَمَنْ يَتَّبِعْ خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ فَاِنَّهُ يَأْمُرُ بِالْفَحْشَٓاءِ وَالْمُنْكَرِۜ وَلَوْلَا فَضْلُ اللّٰهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ مَا زَكٰى مِنْكُمْ مِنْ اَحَدٍ اَبَدًاۙ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ يُزَكّ۪ي مَنْ يَشَٓاءُۜ وَاللّٰهُ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌ

“Gelî bawermendan! Nedin pey şûngavên şeytên. Kî bide pey şûngavên şeytên,
(bila bizane ku) bêguman şeytan fermanê bi bêtoretî û kiryarên neqenc dike.
Eger qencî û rehma Xwedê li ser we nebûya (ku deriyê tobê li we vekiriye), ji
we tu kes (ji gunehê wê bêbextiyê) paqij nedima. Lê belê Xwedê kî bivê wî paqij
dike û Xwedê bihîzer e, zana ye. ”

(Nûr, 21)

Hedîsa Rojê

“ Dewlemendî bi piranîya mal nîne, bi têrbuna dil e.”

(Bûxarî, Kitabu’r-Rîqaq, 11/231, 232)

Duaya Rojê

Ya Rebbê me yê Kerîm û Dilovîn!

Em dizanin, em ne layîq in, rûyê me tune, mafê me tune, lê em dizanin û qebûl dikin ku ji te pê ve ti rêyekê me nemaye, ji bilî te tu benek tune ku em pê bigrin, tu rê tunene ku em pê de herin, ji xeynî te tu kesekî me tune. Em Te dixwazin, armanca me Tu yî, tiştê ku em dixwazin ew e ku Tu ji me razî be, alîkariya me bike.

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel Ezîz!

 Wucûda te ya ku Xwedê Teala îhsanê te kiriye û ew tiştên ku lazimê wucûdê ne, bi awakî temlîk nîne. Yanî mulkê te nîne û ji bo ku tu li gor kêfa dilê xwe bikarbînî, nîne. Di wan nîmetan de, tenê di daîreya riza Xweda de, dikarî teserruf bikî.

   Belê, mêvanek, bêyî îzn û riza xwediyê malê, nikare di xwarin û tiştên din de, îsraf û zêdegaviyê bike.

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply