Rojîname – 23

Ayeta Rojê

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَدْخُلُوا بُيُوتًا غَيْرَ بُيُوتِكُمْ حَتّٰى تَسْتَأْنِسُوا وَتُسَلِّمُوا عَلٰٓى اَهْلِهَاۜ ذٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ

“Gelî bawermendan! Ji bilî mala xwe, heta ku hûn destûrê nexwazin û li ser xelkê
wê silavê nedin, neçin tu malê. Ev ji we re (ji çûna bêdestûrxwestinê) çêtir e, da
ku hûn bifikirin û têbigihîjin ”

(Nûr, 27)

Hedîsa Rojê

“ Destê bide ji destê digre bixêrtir e. Berê ji malbata xwe destpêbike. Sedeqeya bixêr ji tiştê ne hewceye dayîn e.  Kêsê ku bi îfetî tiştekî ji kesê nexwaze Xwedê îfetê dide wî. Kesê dewlemendîyê bike Xwedê dewlemend dike.”

 (Bûxarî, Zekât, 3/234, 235)

Duaya Rojê

Ey Xwedayê min ê dilovan û dilovîn, ku bi fermana “bibe”yê, bêhejmar warên naskirî û nenas, xuya û nexuyan afirandiye û bi fermana “hilweşe” yê ya her tiştî bi yekcarî tine bibe. Em dizanin û wek heqîqetê radigihînin ku ji Te pê ve tu Xweda tune.

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel Ezîz!

Çawa ku her sûreyeke Qurana Mucîzul Beyan, mena Quranê tev, bi kurtayî di xwe de digre, her wusan jî, meqsed û qisseyên girîng ên sûreyên din jî, hildide nav xwe. Hikmeta evê yekê ev e ku, însanên ku wextê wî ji bo xwendina temamê Quranê musaît nebe û yan jî tenê qismekî wê yan jî sûrekî tenê dikarin bixwînin, ji bo ku ji sewabê xwendina hemû Quranê mehrûm nebin.

   Belê, ew ummî û nexwendayên di nav mukellefan de ne, tenê dikarin yek sûreyekî bixwînin. Îcaza Quranê ji bo ku wan jî mehrûm neke, evê nukteya îcazê teqîb kiriye û sûreyekî geraye hukmê hemû Quranê.

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply