MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Goştê pîrzolayê yê hatiye kutandin: Kîloyek
*Pîvaz: Seriyek
*Ava firingiyan û îsotan: Kevçiyekî xwarinê
*Rûnê nivîşk: 3 kevçiyê xwarinê
*Îsota pûlikî: Nîv kevçî
*Îsota reş: Kevçikî çay
*Xwê û av: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA EŞKENEYA GOŞTÊ SORKIRÎ
Goştê xwe bi xwê, pîvazên hûrkirî û îsota pûlikî bifirikînin, terbiye bikin bixin derdanekê bila vehese. Paşê goşt ji pîvazan safî bikin. Argûnê pêxin tawayekê deynin ser, rûnê xwe berdin taweyê û goştê xwe di nav rûn de sor bikin. Goştê xwe berdin navê, hinek av bixin serê, devika wê bigrin, bila bipije. Dema goşt pijiya xwarin amade ye, tevî birinc û xweşava ku we berê ji bo vê xwarinê amade kiriye, deynin ser sifreyê.
Noşî can be