Çawa diyabet û prediyabet tê teşhîskirin?

Ji ber ku nexweşiya diyabetê serê pêşî gelek caran bê semptom e, divê bi tahlilên xwînê bê teşhîskirin. Divê xwîn ji nexweş were girtin û bi îmkanên labaratuarê tahlîl bên encamdan. Cîhazên malê yên ku bi çend dilopên xwînê yê tiliyê glukozê dipîvin,  her dem bi awayakî rast glukozê napîvin. Lewre ev cîhaz ji teşhîsê behtir ji bo nexweşên diyabetê, şekirê xwe bipîvin û bişopînin tên bikaranîn. Ji bo teşhîsê divê bi îmkanên labaratuvarê li nexweşxanê radeya glukozê ya xwîne were pîvan.

Hê komplîkasyonên diyabetê (nexweşiyên gurcikê, krîza dil, felç, birînen lingan) çênebûyî bi tahlîlan nexweşiya diyabetê tê teşhîkirin û rê li ber komplikasyonan tê girtin.

Tahlîlên ji bo nexweşiya diyabetê tên bikaranîn:*

  • Tahlîla A1C ê, (hemoglobin A1c, HbA1c jî tê gotin)
  • Tahlîla glukoza plazmayê ya birçîbûnê (fasting plasma glucose (FPG) test)
  • Tahlîla OGTT (Oral glucose tolerance test)

*Her tahlîl ji bo her nexweşiyê nayê bikaranîn.

Tahlîlêke din ya ku tê bikaranîn, tahlîla random plasma glucose (RPG) ye. Ji bo vê tahlîlê ne hewce ye nexweş bircî an xwurînî be. Ku di encamên vê tahlîlê de radeya glukozê ji 200î bilindtir derbikeve û semptomên diyabetê bi we re hebin, îhtîmalek mezin e hûn nexweşê diyabetê ne. 

Semptomên nexweşiya diyabetê:

  • Urînasyon zêde dibe (mirov zêde  mîz dike)
  • Mirov zêde tî dibin
  • Mirov beyî ku sedem hebe kîloyan didin

Semptomên din yên wek;  westayîbûn, pirsgirekên dîtine, zêde birçîbûn henê û  birînên nexweşê diyabetê dereng sax dibin.

Divê nexweşî tenê bi encamê tahlîleke newe teşhîskirin. Her tim divê bi tahlîleke duyem encam bên piştraskirin.

Di vê tabloyê de li gor tahlîlan çawa encam tên xwendin heye.

Tahlîla A1Cê [hemoglobin A1c, HbA1c]

Ev tahlîl ji bo cûreya 2em a diyabetê û prediyabetê tê girtin, ji bo cûreya 1em a diyabetê û diyabeta gestasyonel nayê peşniyazkirin. Tahlîla A1Cê radeya glukozê ya sê mehên dawin nişanî me dide. Li gor rojê an kêliyê encama wê naguhere.

Encama A1Cê ku ji  %5.7an kêmtir bê normal e, ku di navbera  %5.7-6.4an de bê prediyabet e, ku  %6.5an bilindtir bê diyabet e.

Tahlîla glukoza plazmayê ya birçîbûnê (Fasting Plasma Glucose Test)

Ev tahlîl ji bo diyabetê û prediyabetê tê girtin. Tahlîla ku ji bo diyabetê herî zêde tê bikaranîn ev e. Ji bo ku ev tahlîl encamake rast  bide divê nexweş berî tahlîlê 8 saetan birçî bimîne. Tahlîl serê sibê were girtin baştir e.

Di encama vê tahlîlê radeya glukozê di navbera 100 û 125 mg/dL de bê teşhîsa prediyabetê tê danîn. Eger radeya glokozê ji 125 mg/dL  an zêdetir derbikeve û bi tahlîleke duyem ev encam bên piştraskirin teşhîsa diyabetê tê danin.

Tahlîla OGTT (Oral Glucose Tolerance Test)

Tahlîla OGTT ji bo teşhîsa Diyabet, prediyabet û diyabeta gestasyonel tê bikaranîn. Encamên tahlîla OGTT ji tahlîlên din behtir rast e lê ji ber ku girtina wê bi zehmet e, kêmtir tê bikaranîn. Çunkî ji bo vê tahlîlê piştî 8 saet birçîbûnê xwîn tê girtin. Duv re nexweş 75 gram şekir bi avê re vedixwe û 2 saet şûn de dîsa xwîn tê girtin.

Ku encamê saeta duyem di navbera 140 û 200 mg/dL  de bê teşhîsa prediyabet, ku ji 200 mg/dL  behtir be teşhîsa diyabetê tê danîn.

Divê tahlîlê kê/kî bên girtin?

 

Kesên ji van taybetiyên jêr, ji yekê behtir bi wan re heye divê tahlîlê xwe bigire.

  • Kesên ku jiyanekê bêegzersiz(bêhareket) didomînin.
  • Hecî bi dê, bav, xwişk an birayên wan re diyabet heyî.
  • Jinên ku zarokêke wan ya ji 4 kîloyan girantir çêbûbe
  • Kesên ku diyabeta gestasyonel bi wan re çêbûbe
  • Hecî tansiyonê bikind bi wan re hebe
  • Hecî tahlîlên wan yê kolestrolê nê baş bin
  • Kesên nexweşiyeka dil bi wan re hebe
  • Hemû jinên ducan(avis)
  • Zarokên obez

 

Tedawî

Bi tedawiyê radeya glukozê ya ku tê armanckirin
Berî Xwarinê (Xwurînî) Di navbera 70 û 130 mg/dL
2 saet piştî xwarinê Ji 180 mg/dL kêmtir

Çawa tu dikarî radeya glukozê ya xwînê kontrol bikî?

Bi van her sê nuqteyên girîng nexweşên diyabetê dikarin radeya glukozê kontrol bikin.

  • Xwarinên ku tên peşniyazkirin hilbijerin
  • Egzersîzê bikin
  • Dermanên ku bijîşkê wê dayî, bi kar bînin.

 

Nivîskar: Mehmet Sıddık Dilek

www.candname.com

 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply