Forum

Tîrmeh, 2023

  • 10 Tîrmeh

    Notirvanê Dilên Bêderî

    Bi çavên yên din li min nenêre, bi çavên yên din min nevêjîne min nekuje. Bu hêsirên xwe bi xezalên xwe bi kanîyên xwe were li benda min û benê çîroka min biqetîne.   Pira siratê tê vekirin li ber min. Dîsa were û tu wê birûxine. Ezê dîsa li keviyên Bendava Ataturk, bavê xwe bipêm. Bavê minê dîsa bi …

  • 9 Tîrmeh

    Nivîsandin an Xwendin?

    Nivîs?… Nivîsandin?… Xwendin û nivîsandin?… Na!… Nivîsandin û xwendin. Belê belê, nivîsandin û xwendin. Teqez ji beriya xwendinê nivîsandin hebû. Jixwe nivîs tinebe, yê çawa xwendin çêbê? Yê çi bê xwendin? Nivîs û nivîsandin tinebe, yê kê çi bixwîne? Jixwe ji îcatkirina nivîsê re, ewul nivîsandinê despêkir. Teqez divê tiştek hatibê nivîsandin ku bê xwendin. Bi Kurdî: xwendin û nivîsandin, …

  • 6 Tîrmeh

    Her tişt berevajî bû…

    ❗️Zilam wek jina bû, Jin wek mêran bû. ❗️Heywanên kedî li kolanê, Heywanên kovî li malê. ❗️Li şûna xortê 18 salî yê ku nan tîne malê, di 40 saliya xwe de xortên nû yên navsere û bi pereyên dê û bavên xwe soytarîyê dikin derketin. ❗️Temenê zewacê derengî ket, Zarok anîn kêm bû. ❗️Ji ber jidayikbûna dereng, dê û bavên …

  • 5 Tîrmeh

    Romana Semerqand – 28 (Amîn Me’lof)

    Girtigeha muhteşem ya deriyên wê vekirî: Li pesarê Yildizê qesreke bi depîn; li kêleka qesra sadrezam de. Xwarin ji aşxaneya qesrê tê. Kesên tên ziyareta wî, qor bi qor di riya bidar de dimeşiyan. Dema dihatin ber sîlanoka dêrî, şekalên xwe derdixistin. Dema diketan hundur, bi dengê ustad yê az, dihat sehkirin ku lanet li Şah û Îranê tê barandin. …

  • 4 Tîrmeh

    Ji devê Beko Çîroka Mem û Zînê

    Ya rast min dixwest Mem bigehîje Zînê. Wilehî min xwe avête ber piyê Mîr jî, min deh caran, na na belkî bîst caran got “Zînê bide Mem.” Lê gotina min nekir. Ma qet hatiye sehkirin heta niha Mîr gotina xulamê xwe kiriye? Nizanim milet çima dibêje min “ewan.” Min fesadî nekir. Çi be min jî wisa digote mîr. Karê min …

  • 4 Tîrmeh

    Xelata Albatrosê Min

    Ji bo Albatrosê xelat e di dilê xwe de hewandina qûrşin û asîmen. Tim rengê qûrşinê reş û yê asîmanê şîn e. Hezkirin çi bû, Nefertîtî kî bû Albatrosê min? Kî sûcdar, kî mafdar bû? Piştre bêdawî kî bû yan jî çi bû? Li her derê bêhna tirsê heye. Bêhna tirsê ketiyê her derê. Ketiye kûrahiya newalan, ketiye navbera nivilan, …

  • 3 Tîrmeh

    Siûd Kîkî: ”Zimanek nebe yê perwerdê, nikare bazara xwe çêke”

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Siûd Kîkî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Siûd Kîkî- Spas ji bo vî karê ku tu dikî. Helbet ji bo xebata te ya li ser zimanê kurdî jî… Ez di sala 1968an de li gundekî Qosera-Dunayser- Mêrdînê hatime dunyê. Mektebên seretayî, navendî û lîse li vî bajarî, …

  • 2 Tîrmeh

    Netewe û Neteweperwerî

    “Netewe û Neteweperwerî” navê pirtûka Serwet Ornek e. Ev pirtûk serê demekêye ye ku di refên pirtûkxaneyên kurdî de cihê xwe girtîye. Pirtûk ji alîyê Weşnên J&J ve hatîye weşandin. Pirsgirêka netewe û neteweperwerîyê yek ji mijarên ilmê civakî ye ku ji bo ravekirina wê hewcedarî  bi gelek têgehan heye. Divê were gotin ku Serwet Ornek, di vî warî de, …

  • 2 Tîrmeh

    Ji hêza (Helbest)

    Ji hêza demê re nikarî tiştek bêjî ne dikarî pêr’e birevî ne jî dikarî pê bigrî ne dikeve destan, ne ji dikeve himbêzan divê rastîya demê bê dîtin û li gor wê demjimêra xwe miheng bike wê çaxê ji nerindî,dexesî,ez ezî xudbînîtî û dijbertîyê bireve tu ji çi hezbikî ew jibo te bi nirx û mezine .. nirxê hez û …

Hezîran, 2023

  • 30 Hezîran

    XALÊ HECÎ Û SEYDA JÛJÎYAN

    Rehmetî Xalê Hecî Oso ji bo debara xwe bike gelek kar dikirin. Yek ji wan karan jî firotina titûnê bû. Du sê celeb titûn çi ya Semsûrê, çi ya Xûrsê an ya Licê li qantira xwe bar dikir. Heger bar ne giran bûna bi xwe jî li ser barî siwar dibû. Di rojekê da sê çar gund dewr dikirin. Li …