Pirtûka nû ya nivîskar û hunermendê Kurd, Destan Barzan a bi navê “1987” niha li ber çapê ye û di demeke nêzîk de dê were belavkirin. Pirtûk behsa serpêhatiya zarokên Kurdan dike.
Read More »Qesra dîrokî xemla sipî li xwe kir
Li Bazîda navçeya Agiriyê berfa ku barî xemla sipî avête ser Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî û li der û dorê qesrê dîmenên xweşik derketin holê. Ji sersalê vir da berfa ku carcaran li navçeyê dibare der û dorê Qesra Îshaq Paşa ya ji mînakên herî girîng ên mîmariya Osmaniyan …
Read More »‘Antolojîyê Şîîranê Kirmanckî’ veciya
Weşanxaneyê Vate kitabê ke muhîm vet: Antolojîyê Şîîranê Kirmanckî (Zazakî). Kitab hetê Alî Aydin Çîçek ra hamew hedrekerdin. Çîçek di destpêkê kitabî de xebata xo wina pênase (terîf) kerda: “Edebîyatê kirmanckî êdî reşto yew sewîyêka başe û ma eşkenîme nê edebîyatî ser o teorîyan aver berîme, rexne û açarnayîşan bikerîme. …
Read More »Li Heranê hemameke 900 salî hat dîtin!
Li Rihaya Bakûrê Kurdistanê hemameke ku sedsala 12an hatiye çêkirin, hat dîtin. Li navçeya Heran a Rihayê ku di lîsteya mîratên cîhanê ya UNESCOyê de ye, li herêma Îçkaleyê di encama vekolînan de hemamek hat dîtin. Li vê herêma ku ji Asûr û Emewiyan re jî paytextî kiriye, tê gotin …
Read More »Lîsteya pirtûkên bi kurdî yên di sala 2017an de derketine
Kevneşopî didome û îsal jî min karî lîsteya pirtûkên bi kurdî amade bikim. Îsal bi temamî 171 pirtûkên bi kurdî (yên zarokan jî di nav de) hatine weşandin ku par ev reqem 190 bû. Ji van li dor 10’an ên bi kirmanckî (zazakî) ne û yên din bi kurmancî ne. …
Read More »Her sal zêdetirê 7 milyon însan ji ber vexwarina cixareyê dimirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) daxuyand ku li dinyayê her sal zêdetirê 7 milyonî însan ji vexwarina cixareyê dimirin, maliyeta vexwarina titûn û mamulên wê li dinyayê zêdetirê trilyon û 400 milyar dolarî ye. WHOyê bi minasebeta “31ê Gulanê li Dinyayê Roja Bêtitûn” raporek weşand. Di raporê de bal kişnadin …
Read More »Bûbê Eser: ‘Barzan Digirî’ ji çapê derket
Yekem romana li ser enfalkirina heşt hezar Barzaniyan çap bû. Romana bi navê ‘Barzan Digirî’ ji aliyê Bûbe Eser ve hatiye nivîsîn. Eser qederê 7 heyvan di gel malbatên enfalkirî jiyaye û Kereseta hatibû serê wan guhdar kiriye. Bûbê Eser ‘Barzan Digirî’ ji BasNewsê re vegot. Pirtûka we ya bi …
Read More »Ji Nûbiharê Salnameya 2018an!
Nûbiharê salnameya xwe ya 2018an jî derxist û gihande xwendevanên xwe. Nûbihar ev neh sal in salnameya Kurdî diweşîne. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Agahiyên dînî, navdarên Kurd, navdarên cîhanê, dîroka Kurdistanê, edebiyata cîhanê, bûyerên muhîm yên Kurdan û cîhanê, pêkenokên Kurdî, xeberojkên demsalê, helbestên ji …
Read More »Sîstema endomembran (Hundirê Hucrê)
Wênesaz: Mariana Ruiz Villarreal LadyofHats (Kurdîkirin: Zindewerzani) Wîkîpediya
Read More »Fîlmeke zazakî xelateke navnetewî wergirt
Fîlma sînemakarê Kurd Burhan Ateş a bi navê “Vîr” (Bîr) li Belçîkayê di “Festîvala Move Me Filmê” de xelata “Baştirîn Kurtefîlma Navnetewî” stand. Derhênerî û senaristiya kurtefîlma “Vîr” derhêner Burhan Ateş kiriye û di fîlmê de zarava Zazakî ya Kurdî bikar aniye. Sînemakarê Kurd Burhan Ateş ji Rûdawê re …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…