Agahîyên Nû

Kovara Kürd Araştırmaları Bi hejmara 11. Derket

Kovara Kürd Araştırmaları bi dosyaya “Serhildanên Kurdan ên Heyama Komarê(Cumhuriyet Dönemi Kürt İsyanları)” derket. Naveroka hejmara nû li ser malpera kovarê hate weşandin. Nivîskar û nivîsên di vê hejmarê de ev in: Mesut Yeğen Kürt İsyanları ve Cumhuriyet Sedat Ulugana Ağrı Dağı’nda Cumhuriyet Kurmak: Yeni Belgeler Işığında Ağrı İsyanı Mahmut …

Read More »

Weqfa Mezopotamyayê deh salîya xwe kire belgefîlm

Weqfa Mezopotamyayê deh salîya xwe kire belgefîlm û li ser platforma YouTubeyê bar kirîye. Weqfa Mezopotamyayê yek ji wan sazî û dezgehan e ku ew karûberên çand, ziman û akademîk dike. Wê heta niha çendîn xebatên akademîk kirine û wekî kitêb çap kirine. Weqf, kar û xebatên standartkirina zimanî dike …

Read More »

Ji Nûbiharê: Suhbeta Sed Eşîran

Abdulkadir Kızılkaya (Gûzereşî) 83 salî ye. Derbarê eşîr, malbat, kesayet, gund, coxrafya û dîroka Colemergê de xwediyê agahiyên gelek cuda ye. Bûyerên li van deran qewimîne, bi cih, bi sal û bi nav dizane. Bi salan çi rûbirû, çi jî bi rêya telefonê ji rûspî, maqûl û mezinên eşîran agahî …

Read More »

Bernameya Kahniya Dengan

Bi hevkariya Bahwar-Der û Liberty Sanat li Stenbolê bernameya Kahniya Dengan hate li darxistin. Di 25ê meha Gulanê de roja Şemiyê di navbera seat 17-20an de şahiyeke ku ji çavkaniyên Kurdistanê derketiye li Sefaköy Kültür ve Sanat Merkezi de derket pêşberî Kurden ku li Stenbolê dijîn re. Bi hevkariya Bahwar-Der …

Read More »

Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin

Weşanxaneya Vateyê pirtûka bi navê “Fonolojiya Zazakî” ya nivîskar û akademîsyen Ahmet Kirkan çap kir. Di berhema Fonolojiya Zazakiyê de Ahmet Kirkan li ser fonetîka diyalekt û zarên Zazakiyê yên Çewlîg, Dêrsim, Siwêregê xebitiye. Herwiha Ahmet Kirkan li ser fonemên ango dengên Kurmancî, Zazakî, Soranî û Hewramî jî kar kiriye …

Read More »

Ji Pall Weşanê Romaneke Nû

Romana ewil a Kamuran Çakır bi navê Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin ji Pall Weşanê derçû. Ev roman, 10emîn kitêba Pall Weşanê ye.   Nivîsa bergê paşîn: “Bajarekî ku her sibeh bi bêhna mîzê xwe dişo, lê dîsa jî ti tiştî ji serbilindiya xwe kêm nake. Erê, ev …

Read More »

Pişîka Min

Pişîka Min   Pişîka Zozan û Gulê belek e. Gelo pişîka me çi reng e? Spî, reş, qehweyî, gewr yan belek.   Zozan û Gulê serê pişîka xwe dişon. Gelo em jî serê pişîka xwe neşon? Lê bila av pir germ nebe. Îcar pişo ji serşûştinê hez nake.   Pişîka …

Read More »