Amîne Pîrozxan a 55 salî ji zaroktiya xwe ve Kurdî dinivîse û yekem helbesta xwe dema 12 salî bû nivîsî

Amîne Pîrozxan a Diyarbekirî ku temenê wê 55 salî ye di 12 saliya xwe de dest bi nivîsandina yekem helbesta xwe ya Kurdî dike û ji wê çaxê heta niha her Kurdî dinivîse. Nivîskara Kurd dibêje heta zimanekî nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman pêş ve naçe.

Amîne Pîrozxan a 55 salî  ji zaroktiya xwe vir de meyla xwe daye ser nivîsandina Kurdî û yekem helbesta xwe dema 12 saliya xwe de dinivîse.

Min ji xwe pirsî: ‘Tirkî tê nivîsandin, çima Kurdî neyê nivîsandin?’ Li ser vê pirsê min xwe bi xwe dest bi nivîsandina Kurdî kir. Lê gramera latînî ya Kurdî bi min re tune bû. Min ji ber xwe ve alfabeyeke nû damezrandibû yanê tîpên di tirkî de tunebûn tîpên di Kurdî de hene min ew ji ber xwe ve çêkiribû. Li gor vê min dinivisî heta 30 salî bûm alfabeya Kurdî ket destê min paşê min nivîsên xwe ji nû ce sererast kir.

AMÎNE PÎROZXAN – NİVÎSKAR

Nivîskara Diyarbekirî ji bo fêrbûna gramera Kurdî ku bi vî zimanî li Tirkiyeyê perwerde nîn e diçe kûrsê û bi xîret û derfeta xwe fêrî rêzimana Kurdî dibe û ew dibêje zimanekî heta nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman pêş ve naçe.

Zimanê me bi destê me, hinda dibe. Em ji dê û bavan re dibêjin bi zaryên xwe re Kurdî biaxivin da ku ew jî hîn bibin. Ê dibêjin me fehm nakin lê eger hûn biaxivin bi israr dê fehm bikin. Dayikên Tirkî nizanibûn, zarokên bi Kurdî nizanîbûn mezin kirin.  Çiqas tiştekî ecêb e. Jin bixwaze dikare her tiştî bike, ji ber desthilatdariya olî, civakî jin di paş de hatine hiştin. Lê ew jî navê xwe kirine qalibekî û vî qaçilî naşkînin.

AMÎNE PÎROZXAN – NİVÎSKAR

Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û gelek ji pêşengên me yên din re em rêz digirin û finda ku wan pê xistiye, qet venamire û bila viya herkes jî bizanibe.

AMÎNE PÎROZXAN-NİVÎSKAR

Pîrozxan a ku heta niha du kitêbên edebî Kurdî nivisîne niha gelek çîrokên Kurdî dane ber hev û wek pirtûkekê di demek nêz de dê belav bike.

Jêder:channel8.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Çanda Konan di Jiyana Kurdan de

Di çanda kurdan de, bi taybetî di jiyana koçer û şivanên zozanan de, kon ne …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *