Bila Çanda me ya Hêja Winda Nebe!

Ez bixwe zimanhezekî Kurd im,  ji ber vê yekê dixwazim bi gotineke pêşiyên Kurdan ve dest bi vê nivîsa xwe bikim..

‘Ziman kilîda dilan e.’ Her wiha ez dubare dikim ku ziman hebûn e. Ziman lebateke pir xweşik e, ji ber ku mirov herî bihêsan xwe bi zimanê xwe ve dikare vebêje.

Helbest jî berhemeke xweşik ya hest û zimên e. Ji ber helbestên watekûr, helbest bûne parçeyeke çandan. Herwiha taybetiya her çandê, bi xwe re ye. Di demên dawî de min pirtûkeke helbestan stand. Min ew pirtûka helbestan xwend û min gelek tiştên balkêş dît. Bi rastî di pirtûkê de gelek helbestên xweşik jî hebûn. Herwiha di hin helbestan de qala çend kes jî hatiye kirin. Di dîroka  Kurdan de çend evîndarên navnemir henin. Lê min dît ku helbestvan qala ‘Ferhed û Şîrîn, Leyla û Mecnûn’ kiriye. Li gorî min ev tiştekî gelek ecêb e. Di dîroka me de kesên wiha tune ne. An jî em hêjayên xwe jibîr kirine?

Min got; Ka Mem û Zîn? Ka Occo û Nûrê? Ka Xec û Siyaben?

Erdnîgariya Kurdan jî wekî wan bi dîrokî ye. Min di helbestan de dît ku ew helbestvan qala çend bajaran jî kiriye. Ji Berlînê girtiye heta Şamê.. Min got gelo navên bajêrên me çima di nav helbestên me de tune? Wekî Amed, wekî Agirî, wekî Mehabad, wekî Qamişlo?

Vî tiştî ez bi xem kirin. Divê em xwedî çand, dîrok û zimanên xwe derkevin. Ez dîsa dibêjim ku gel bi zimanên xwe ve henin.

Ömer Özcan

www.candname.com

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply