Li herêma Serhedê Bajarê Muşê, li gundek wê pêk hatiye. Mirovek hebûye, di gun de neçûye nava gel, şîn û şahiyan. Rojek Cejna Meha Remezanê de, Xanima wî di çe bal rûsipî û xizmên xwe. Ji wan re dibêje: “Ka çareserekî ji me re bibînin ; zilamên min mirovek zana ye lê naçe mizgeft û nava mirovên xwe.” Heyet û rûsipî bi hev dişêwirin: “Ka em çi bikin.” Mirovek Temenê wî mezin û rûspî dibêje : “Bila mele û çend kes herin cejna wî û jê re hin nesîhet û şîretan bikin ?” Ev pêşniyar tê pejirandin û dibêjin: “Bila seyda û çend kes herin ziyareta wî.” Mele Qur’ana xwe û hin pirtûkan digre bal xwe, ji bona ji wî camêrî re qala Xweda û heqîqetê bikin. Diçin Mala camêr demsal payîz û hinek berf barî bû. Camêr, seyda û kesên pê re pêşwazî dike. Di avahiya wî de pêxîrik (şomîne) hebûye darên berû avîtiye pêxirî agir gur bûbû. Camêr hinek Pîvaz avîtibûye nava agir ji ber sermayê ku bixwe. Bi xêr hatina wan dike rêz û qedir ji wan re digre û dipirse “Kerem kin gelo we xêr e seyda û rûsipiyên xwe ve hatine cejna min.” Seyda dibêje: ”Birayê delal hûn nayênê bal me û civata me, lê em hatine ditîna te û malbata te. Ger ku destûra te hebe em ê hinek Quran bixwînin, ji bona bereketa mala te û miriyan.” Mebesta seyda jî ew bûye ku hin tesîrek li camêrî bike, ku qelb û dilê wî nerm bibe. Camêr dibêje: “Baş e seyda bixwînin ez ê guhdarî bikim ger ku bikeve çokên min ez ê kêfxweş bibim.” Seyda ji Sûreya Beqerê çend ayet dixwîne û şirove dike. Rûyê seyda jî dirêj û xweşik bûye . Dema seyda dixwîne camêr digrî, seyda bi xwe bi xwe dibêje : “Dilê camêr dişewite.” …
Read More »Fêdeya têkila lîmon û sîrê
Îltîhaban rihet dike. Nahêle rehên dil bên girtin. Nahêle tansiyon bilind bibe. Kolesterol û dohnê di bedene de dadixe. Pankreasê nû dike. Kevirên di gurçik (gulçîzk) û zirav de ji hev dixe. Dihêle mîza mirov rihet were û werma bedenê kêm dike. Mîkroba ku di mîdê de birînan çêdike dikuje …
Read More »Giringiya 11ê Adarê di dîroka siyasî de
Di roja 11ê Adara sala 1970ê de peymana 11ê adarê di navbera hikumeta Îraqê û şoreşa Kurdistanê de bi serokatiya nemir Mistefa Barzanî hat îmza kirin û bo cara yekê bû bi awayekê fermî û yasayî mafên gelê kurd di çarçuvê Îraqê de bihên naskirin. Di wê demê de ku …
Read More »Behlûlê Dîn
Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koskeke kevn hebû, û di wê koskê de jî efendiyek tevî du kurên xwe dijiya. Îca herdu kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan herduyan jî …
Read More »Pere di edebiyatê de ciheke balkêş girtiye
Mijara “pere” di edebiyata kurdî, romana cîhanî û edebiyata olan bîrmendên cîhanî de ciheke balkêş girtiye. Berê, di warê bazirganî û aboriyê de mirovan berhemek li hember berhemeke din bi hev diguhert. Lê belê demek bi ser mirovan de hat ku dîtin pêwist e berhemeke taybet hebe ku bikare bi …
Read More »Dêlegur (Çîrok)
Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin. Salê du demsal bes in; bihar û havîn. Ev demsal demsalên feqîran in, hema …
Read More »Ji Ekola “Riya Teze” -1-
Riya Teze di sala 1930an de, li payîtexta Ermenistanê, li Yerîvanê dest bi weşana xwe kiribû. Xwendevan û nivîskarên ku li dora rojnameya “Riya Teze” xwe komkiribûn, bi serê xwe hêzeke siyasî û çandî bûn. Roj bi roj xwe xwurt dikirin û berheman diafirandin. Şansê wan yê mezin ew bû …
Read More »Cilên Nû Yên Qral
Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû… dibêjin carekê li welatekî qralekî qure, kuspene hebû. Derd û kulê wî tenê ew bû ku bi cilûbergên xwesik xwe bixemilanda. Îca wî her saetê carekê diçû cilê xwe diguherand û xwe bi cilên nû nîsanî …
Read More »Qumar û Ziyanên Wê (Xûtbe)
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنْصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (90). المائدة Bawermendên birûmet! Yek ji wan kiryarên ku Xuda Teala qedexe (heram) kirî, qumar e. Aqil û tenduristî du nîmetên mezin in ku Xuda dane Kurê Adem. Vêca qumar ew e ku …
Read More »Hostayê meqamên kurdî
Stranbêj û melodîsaz û dengbêjê kurd Ezîz Şahrox ji bo gelek ciwan û nûciwanên kurd di warê muzîkê de bûye mînak. Karê û xebatê wî mamostetî bûye lê muzîkê jî didomîne û dengê wî yê xweş mêvanê mala kurdan e û hêviya dilê evîndaran vedigêre. Muzîka kurdî roleke girîng di …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…