Rêvebir

Helbestkarekî Tekyaya Hezanê: Mela Ehmedê Hezanî

Mela Ehmedê Hezanî heta niha nehatiye naskirin û derbarê wî de agahîyên zêde jî tune ye. Alimekî ku di heyama dawî ya Dewleta Osmanî û nîvê ewil ê serdema Komara Tirkiyeyê de jîyaye. Mela Ehmed li Gulpîka Hîzana Bidlîsê hatiye dunyayê û li Hezana Licê medfûn e, lêbelê tarîxa çêbûn û wefata wî nayê zanîn. Navê bavê wî Mela Zubeyr e û ew jî birayê Şêx Ebdulqadirê Hezanî ye. Di helbestên Mela Ehmed de tê dîtin ku ji Şêx Mihemed Selîmê Hezanî pir hezkiriye û li ser wî medhîye nivîsîne. Ev yek jî nîşan dide ku ew jî bi terîqeta Neqşebendîya Xalidîyê ve girêdayî ye û murîdê Şêx Mihemed Selîmê Hezanî ye. Îhtîmaleke mezin ew jî weke şairên ji devera Hezanê li ba alimên meşhûr ên mîna Şêx Mihemed Selîm û bavê wî Şêx Ebdulqadirê Hezanî perwerdeya tesewifî wergirtiye. Li gorî agahîyên heyî 5 helbestên wî gihaştine roja me û mecmûeyeke ku wî bi xetê xwe îstînsax kiriye heye. Di helbestên xwe yên Kurdîya Kurmancî de mexlesa “Hemdî” bi kar anîye. Heta niha ev helbest di lîteratûrê de cî negirtine û helbestnûsîya Mela Ehmed jî nehatiye zanîn. Di vê xebatê de dê li ser van helbestên wî ku heta niha nehatiye weşandin bê rawestan. Bi vî awayî dê helbestên wî ji alîyê ruxsarî û naverokî ve bên nirxandin û ligel destxetan metna transkirîbekirî bê pêşkêşkirin. Bi vê lêkolînê dê alîyê wî yê edebî û tesewifî derkeve holê.

Read More »

Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê

           LI GORÎ POETICSA ARÎSTOTALES ANALÎZA TRAJEDIYA MEMÊ Û EYŞÊ Bozkır, N. (2023). Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…, DOI: 10.35859/jms.2023.1320377. Nuh BOZKIR Xwendekarê Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî, nuhbozkur7@gmail.com, Orcid: 0000-0002-0178-2812. KURTE …

Read More »

Cengnameyeke Kurdî: Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî

Cengname yek ji wan cureyên edebî-qehremanî ye ku behsa şer û cengê dikin. Di nav edebîyata rojhilatî de cureyeke berbelav e. Mînakên vê cureyê di edebiyata Erebî, Farisî û Tirkî de gelek caran têne dîtin. Bi taybetî di edebîyata Tirkî de gelek berhem bi vê cureyê hatine nivîsîn. Di edebîyata Kurdî de jî mînakên vê cureyê têne dîtin. Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî yek ji cengnameyên Kurdî ye. Mela Yasînê Alikî yek ji wan helbestvanên sedsala 20 em e û li Panosê hatiye dinyayê. Alikî li cem gelek kesan perwerde wergirtiye û ders daye çendîn kesan. Alikî alim û melayekî serdema xwe bûye. Alikî li dû xwe 5 helbest û berhema xwe ya bi navê Xezwetu Huneyn hiştine. Berhema navborî behsa şerê Huneynê dike ku di serdema Hz. Muhammed de pêk hatiye. Xezwetu Huneyna Alikî Cengnameyeke Îmamê Elî ye. Cengnameyên Îmamê Elî ew berhem in ku behsa qehremanî û şervanîya Îmamê Elî dikin. Di Xezwetu Huneynê de Îmamê Elî şervanekî bêhempa ye. Berhema Alikî bi awayekî menzûm hatiye nivîsîn û bi tevahî ji 373 bendan pêk tê. Ev berhema Alikî berhemeke girîng e û di cureya cengnameyê de valahîyeke muhîm tije dike. Sê nusxeyên destnivîs ên Xezwetu Huneynê hene û di vê xebatê de dê ev berhem bi berfirehî were nasandin û ji hêla naverok û teşeyê ve were analîzkirin.

Read More »

Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba

Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba Yakup Aykaç, Wan: Peywend, 2023, Çapa 1, 222 rûpel. ISBN: 978-625-6963-35-1 Ertaş, H. (2023). Vekolîneke Berawirdî Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba, The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-… Halit ERTAŞ Mardin …

Read More »

Salvegera Damezirandina Çandnameyê

Pêşî bi çîroka destpêkê em dest pê bikin. *** 8 sal berê bû hevalê Firat got; “Ez dixwazim xizmetê bidim vî zimanî lê bi tena serê xwe nikarim. Divê tu alîkariyê bide min.” Ridwan got: “Ez li kesên xwedî dil û hiş digerim ku em bi hev re xizmetê bikin …

Read More »

Destpirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan”

Pirtûka bi navê “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” di bin banê Kovara Psychology Kurdî de bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Dr. jan Ilhan Kizilhan hat çapkirin. Amadekarên Destpîrtûkê Psîkiyatrîst Azad Dildar Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysi Çeri Pispora Xizmeta Civakî Gülperi …

Read More »

Xîret Bikin Meyûs Nebin

Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin Nav xo da çendek miran, pîsan ji nav xo dûr bikin Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin Lewre ye’s duşmanê xedar e bi hîlê wer nebin Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan Darê ku …

Read More »

Cejna Hecîyan-Xutbe

لَنْ يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَكِنْ يَنَالُهُ التَّقْوَى مِنْكُمْ كَذَلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَى مَا هَدَاكُمْ وَبَشِّرِ الْمُحْسِنِينَ (37) الحج Bawermendên birûmet! Îro yek ji du Cejnên Îslamê, Cejna Qurbanê ye. Li we û alema Îslamê pîroz dikim. Hêvîdar im ku bibe wesîle ji bo aştî, aramî, wekhevî …

Read More »