Cejna Hecîyan-Xutbe

لَنْ يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَكِنْ يَنَالُهُ التَّقْوَى مِنْكُمْ كَذَلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَى مَا هَدَاكُمْ وَبَشِّرِ الْمُحْسِنِينَ (37) الحج

Bawermendên birûmet!

Îro yek ji du Cejnên Îslamê, Cejna Qurbanê ye. Li we û alema Îslamê pîroz dikim. Hêvîdar im ku bibe wesîle ji bo aştî, aramî, wekhevî û ewlehiyê. Yek ji taybetmendiya Cejna Qurbanê ye ku di van rojan de îbadeta hecê tê kirin. Bi teşeyeke wisa ku ji her çar aliyê dinyayê ve bi milyonan mirovên ku ziman, reng û erdnîgariya wan ji hev cuda lê baweriya wan yek e, ku berê xwe didin Beyta Xuda ji bo emelê hecê. Qurban ew e ku mirov bi armanca îbadetê, di wextekî diyar de, heywanekî ku xwedî hin wesfên bijare ye, li gor usûlê ser jê bike. Di hemû dînên semawî de, ev kevneşopiya qurbanê heye. Lê cudahiya ku heyî, di armanc û pêkanîna wê de ye. Di Quranê de hatiye gotin ku du zarokên bavê me Adem ji Xuda Teala re qurban pêşwazî kirine. Dîsa di Quranê de tê dîyarkirin ku di hemû dînên semawî de hukm û berpirsiyariya qurbanê heye.

Misilmanên birûmet!

Pêxemberê me, di hedîseke xwe de, wiha dibêje:”Kurê Adem  di roja Cejna Qurbanê de, ji emelê rijandina xwînê qenctirîn, tu emel nekiriye.”[Tirmizî Qurban 1] Bi vê, me teşwîq dike li ser dayîna qurbanê. Çawa ku di her îbadetê de  ji dilî şert e her wiha di emelê qurbanê de jî şert e. Pêwîst e rêgeza esasî jî, razîbûna Xwuda be. Lewre Xwuda Teala îşaretî qurbanê dike û dibêje:”Ne goştê wan, ne jî xwîna wan digihêje Xwuda Teala, lê belê tenê teqwaya we digihêje wî. Her wiha Xwuda ev heywan ji we re sernerm kirine da ku hûn Xwuda Teala mezin bidêrin. (Ya Muhemmed!) mizgîniyê bide  qencîkarên rast û dirust.”[El-Hecc 37.]

Ji qenctirînên emelê ku di roja cejnan de tên kirin, safîkirina qelbê, ji agirê kîn û dijminahiya ku di nav malbat, dost, xizm û cîranan de ye. Lewre şeytan dixwaze ku dijminahiyê bixe nav wan. Ji misilmanan re li ser birayên wî yên misilman, hinek mafên olî hene. Xwuda Teala dibêje: ”Ji bo bawermendan perên xwe nizm bike.” [El-Hicr 88] Nefspiçûkî, xeberdanên xweş, devlikenî, ji sebebên hezjêkirinê ne. Pêxemberê me dibêje: “Devlikeniya te li rûyê birayê te yê misilman de, ji te re sedeqe ye. Mumin ji muminî re weke kevirên dîwarekî ne, hinek hinekî dişidînin.”[Fethulbarî ela sehîhil buxarî c.10 .366] “Mînaka muminî, di hezjêkirin, şefqet û merhemetê de, mîna bedenekê ye ku çi dema dereke wê biêşe, temamê wê diêşe û şiyar dimîne û dikeve tayê.”[Fethulbarî ela sehîhil buxarî c.10 .367] Ji mafê misilmanî li ser misilmanî ye, ew tişta ku hatiye ragihandin ji Evdilahê kurê Emer ku pêxember gotiye:” Misilman birayê misilmanî ye, zilmê lê nake û wî radestî zilma kesên din jî nake. Çi kesê di pêdiviya birayên xwe yên misilman de be, Xwuda jî di pêdiviya wî de ye. Çi kesê ku kul û xemeke birayên xwe yên misilman rake, Xwuda jî di roja dûmahiyê de kul û xemeke wî radike. Çi kesê ku misilmanekî bistirîne, Xwuda jî wî di roja dûmahiyê de disitirîne.”[Fethulbarî ela sehîhil buxarî c 5. 71] Çi dema ku şeytan nava du heb birayan yan jî jin û mêrekî û yan jî nava du heb cîranan xirab bike, li cem Xwuda, ji emelê silhê qenctirîn tiştek tune ye. Xwuda wiha dibêje: “Bi rastî bawermend ji hev re bira ne. Nexwe nava birayên xwe çêkin û ji Xuda Teala bitirsin da ku rehmet li we bê kirin.”[El-Hucurat 10.] Ez dîsa Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim bi hêviya aştiyeke mayînde.

Mele Cewadê Girdarî
ÇANDNAME
*Ev nivîs di çandnameyê de cara pêşî di cejna hecîyan ya 2016an de hatiye weşandin.

Eyda Heciyan Piroz Be!

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply