Xutbe | Meriv, Hizûrê Bi ‘Îbadetan Bi Destdixîne

Dîrok: 05.12.2025

Gelî Musulmana!
‘Alema hanê da her tişt a heyi bona armanckî hatiye afirandinê. Nav heyiyan da însanê ku bi hiş û vîna/îrada xwe qedrek xwe yê giran heye ew jî bona armanckî mezin hatiye vê dunê. Heq Te’ala bi ayeta hanê ku difermê: “Ji însan wetirî wer bêser û bê ber were hiştin?” me ji vê yekê ahagdar dike.

Gelî Musulmana!
‘İbadet ew e, bi niyetek safî miqateyê ferman û qedexeyê İslamê bî; ew hinde nî’metên Xweda dane jê ra şukir bikî. ‘İbadet, rengê îmanê ye xwe dide jiyanê; mertalik e merûyan ji xirawiyan diparêze; rêberike merûyan digîhîne hedar û aramê.

Gelî Musulmana!
‘İbadet rindiyê û xêrê ne ku tenê ji meriv ra belkû ji hemî civakê ra tîne. Belê, nimêj meriv; ji bê heyatiyê û ji gunehan û ji şaşitiyan diparêze. İcar kesê îmandar, digel ku nimêj dike eger hêj jî fermanê Xwedê binpêbike; eziyetê bide zar-zêçê xwe, bide cîranê xwe û xelkê gotî carê nimêja xwe ber çavan ra derbaske. Zikat, parvakirinê, destgîriya niyazmendan û xwepakirina ji çikûsiyê û teraliyê tîne bîra meriv. Kesê musulman; heyanî ji xwedbîniyê, ji çikûsiyê, ji çavbirçîtiyê, ji çavnebariyê, ji îsraf û destbelavtiyê, ji rîbayê, ji xwerazîbûnê û qurretiyê dûrnekeve wî rastiya zikatê fêhm nekiriye. Hecc, eger bi meriv bide zanînê biweku hemî însan li cem Xwedê mînanî diranê şekî ne û tewhîdê û yekrêziyê, me’rîfet û hîkmetê, mehşerê û hîsabê bixe bîra merûyan tê wê me’nê armanca xwe aniye cîh. Rojî, teqwatiyê û tebatkariyê bi meriv dide hûkirin. Lê eger kesê îmandar; hêj jî derewan bike, paş xelkê da xeberde, fesadiyê bike, hêj jî heqê xelkê bixwe ji rojiyê bes xwe tîh û birçî hiştin jê ra heye çawa ku hedîs îşaretî wê hindê dike.

Gelî Musulmana!
‘İbadet, di zeman û zemînkî kifşe da nehatine sînordar kirin. Em hezkirinê, hurmetkariyê û dilbêşiyê belavkin, bikoşînin da ku başî li rûyê zemîn serdestbe ew jî ‘îbadet in. Pirsyariyê xwe yê li pêşberî neferên malbata xwe bicîhbînin, bi wan ra dilbêş bin, dilê sêwî û jar û xizanan xweşkin ew jî ‘îbadet in. Rizqê xwe bi helalî destbixin û rêya helal da xerc bikin ew jî ‘îbadet e. Bixebitin û hilberînin; ji welatê xwe ra, ji xelkê xwe ra û ji hemî beşeriyetê ra bifaydebin ew jî ‘îbadet e. Carna tiştkî piçûk a ku eziyetê dide merûyan ji ser rê bidî alîkî ew jî ‘îbadet e.

Gelî Musulmana!
Bona musulmanan jiyankî bê ‘îbadet nabe. Ew Xweda yê ku difermê: “Bêje: bendetî û dû’ayê we nebin Xwedê bi we çi bike?!” ‘jê ra îbadet bikî, xweşî û riza wî bidestxînî, naîlê hezkirina wî bî ew kesb û kara tewrî mezin e. Bi îcaba vê fermûdeya Cenabê Pêxember ku difermê: “…’Emel ê bi Xwedê herî şîrin ew e; hindik be jî yê ber dewam be.” sermiyanê temenê/’emrê xwe bi ‘îbadet û bi ‘emel ê salih va derbaskî, pêş wan va jî warê axiretê bidestxînî çi karkî mezin e ew! Bi rûkenî û bi zimankî şîrin zaruyê xwe hînê ‘îbadetê bikî mîraskî herî hêja ye bona wan.

Dixwazim xutba xwe bi vî du’a û daxwaziya Cenabê Pêxember bidawîbînim: “Xwedaya! Bibe alîkarê min da ku ez te yad bikim, spasiya te bikim, bi awakî baş ji te ra ‘îbadet bikim!”

1. Qiyamet, 75/36.
2. Bûxarî, Sewm, 8; İbnû Mace, Siyam, 21.
3. Fûrqan, 25/77.
4. Ebû Dawûd, Tetewwû’, 27.
5. Ebû Dawûd, Wîtr, 26; Nesaî, Sehw, 60.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *