Dîrok: 20.06.2025

Gelî Musulmana!
Salkî din a perwerdehiyê qediya. Bi mîlyonan zarû, îro xwendina xwe ya vê salê diqedinîn û dikevin te’tîla havînê Xwedê hezke.Meheyê havînê, bona zarûyan û ciwanan ne bes bona bîhnvedanê bi tenê ne; belkî her weha heyamên mûhîm in bona tercîh û ezmûnên girîng di jiyana wan da. Xweda yê Jorîn, zarûyê me him li vê dunê him li axiretê serfrazke. Dê û bav û seyda û mamosteyên ku bûn sebeb van sebiyana bigîhîjin van çaxana Xwedê ji wan tevan xweşbe.
Gelî Musulmana!
Zarû, him nî’metek mezin û him jî emanet in Xwedê dane ber destê me. Zarû; bi awayê ku Qur’an dibêje ‘rewşa jiyana dunê ne’,(1) li ser zimanê Cenabê Pêxember ew in yê deftera ‘emelê me ji me ra vekirî dihêlin’.(‘) Mezinkirina wana bi hezkirina ji Xwedê û ji Qasidê wî, xweşkirina jiyana wan bi xûy û exlaqê çak; pirsyariya sereke ya malbatê û civakê û ya hemî sazî û sazûmanên wezîfedar e. Qasidê Xwedê îşaretî vê pirsyariyê dike û difermê: وَإِنَّ لِوَلَدِكَ عَلَيْكَ حَقًّا “Heqê zarokê te li ser te heye.” (3)
Gelî Musulmana!
Perwerdekirin û mezinkirina zarûyan bi awakî ku ji Xwedayê xwe ra bibin bendeyên baş, ji famîla xwe ra, ji civaka xwe ra bibin kesên kêrhatî heqê wan e di stûyê me da. Ew xebat û xîreta ku serf dikin bona zarû li vê dunê serfrazbin çi qandî girîng e, hessasiyeta helal û heramiyê bi wan ra çêkin, wan ji gunehan biparêzin ew jî ew hinde girîng e, qîmetdar e. Qasidê Xweda balê dikişîne ser vê yekî û difermê “Tu dê û bavkî, ji terbiyek a rind hêjatir tiştek nedane zarûyê xwe.” (4)
Gelî Musulmana!
Di vê dewrê da zarû û ciwan ji her dem û demanî bêhtir di bin metirsiyan da ne. İdeolojiyên pûç, jiyana dûrî dîn, projeyên civakî yên nirxên exlaqî xiraw dikin, naverokên genî yên medyayê; bona ciwanan ji nirxên netewî û ayinî dûrxînin şev-ro tê dikoşînin. Qumara ku li ser platformên dîjîtal belav dibe, leyistikên tundrewiyê û parvekirinên fitretê xiraw dikin; zarûyan dajonê balî bêexlaqiyê û tenhaheziyê û zordestiya hevalan va. Van pêlên hanê xeternak, ciwanan; ji malbatê wan û ji xelkê wan û ji dîn û ayinê wan dûrdixînin,wan digerînin dixin kesên bêmerhemet, bê hessasiyetî û bê armanc û bêhedef.
Gelî Musulmana!
Rêya em zarûyê xwe ji van nebaşiyan biparêzin ew e; wan bi exlaqê Cenabê Pêxember va mezinkin. Bi îcaba vê fermana Xweda kin: “Gelî wanê bawerî anîne! Him xwe û him zar-zêçê xwe biparêzin ji wî agirê ku ardûyê wî kevir û însan in…”(5) û wan ji hemî pêlên ziyankar biparêzin. Bi vê şîreta Cenabê Pêxember bigrin ku difermê: “Zarûyê we bûn heft salî nimêjê pê bidin kirin.” (6) Zarûyê xwe li ser hessasiyeta îbadet û ta’etê mezinkin. Bi îcaba ayeta hanê bikin وَلَا تَرْكَـنُٓوا اِلَى الَّذ۪ينَ ظَلَمُوا “Meyla zaliman nekin.” (7) Hessasiyeta sekna li hemberî zordest û zaliman û hessasiyeta piştgîrî û piştevaniyan mezlûm û bindestan û şi’ûra xebata ji dil û can bona dîn û welat û millet bidin wan.
Gelî Musulmana!
Qursê Qur’anê yê havînê bona ku zarû him ji hêla me’newî va pêşda herin, him bona bixwûnin bibin merivên baş 30 vê meha Hezîranê dest pê dikin Xwede hezke. Qeyd dewam dikin. Qursê Qur’anê yê havînê her yek jê warê ‘îlm û hîkmetê ne ku zarû li wir ji alîkî va me’lûmat û agahiyên bifayde ji xwe ra hîndibin, ji alîkî va ji xwe ra hevalên nû peyda dikin, ji hêlekî va têkiliya xwe ya bi mizgevtê ra xurt dikin. Zarû, bi xêra van qursan him havînkî xweş derbas dikin him jî Ew Qur’an a ku seranserê jiyanê da ji wan ra dibe rêber nasbikin. Dû’akî yan sûrekî yan hukmekî şer’î ku îro hînbin ewê rêkî bide ber jiyana wan, baweriyê bixe dilê wan, bibe hîviya wan.
Gelî Dê û Bavan!
Dê û bavtî pirsyarî ye, zarûyê xwe heyamê havînê da bişînin qursê Qur’anê, ev wezîfek e di stukura we da. Ji bîrmekin ku eger em wan zêhnê wan ên safî û dilê wan ên pak bi agahî û me’lûmatên rast va neneqişînin; ewê gelek xurafe û çîr ô çîrvanokan va, bi îdeolojiyên genî va bilewitînin. Ew jî dibe sedemê wê qasê ku em li vê dunê bikevin bin webalkî mezin û li axiretê jî ziyankî giran emê bibînin.
Xutba xwe bi vê gotina pêxemberî va diqedînim: “Qur’anê hînbin, bixwûnin û bidin xwandinê. Kesê Qur’anê hînbe û bixwûne û pê ‘emelke, dibe fenanî derdankî tijî misk ku bîhna xweş jê difûre…” (8)
[1]Kehf, 18/46.
[2]Mûslîm, Wesiyye, 14.
[3]Mûslîm, Siyam, 183.
[4]Tirmizî, Bîrr, 33.
[5]Tehrîm, 66/6.
[6]EbûDawûd, Selat, 26.
[7] Hûd, 11/113.
[8]Tirmizî, Fedailû’l-Qur’an, 2.
Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…