Cewşenname | Hîzb 91-95

91.HÎZB

Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,

bi libergerîn ji te dixwazim;

  1. Ey ê ku musîbetan def dike û sirran eşkere dike
  2. Ey ê ku kewc û kederan rizgar dike
  3. Ey ê ku derîyê xêran vedike
  4. Ey ê ku belengazan re alîkarîyê dike
  5. Ey ê ku ji bo ebdê xwe yê mu’mîn kefîl e
  6. Ey ê ku qencîyan emir dike
  7. Ey ê ku xerabîyan qedexe dike
  8. Ey ê ku hêvîya bêçareyan
  9. Ey ê ku hêvîya gunehkaran
  10. Ey Xwedayê min ê ku ebd bi hêvîyê mezin girêdayî Te ne

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

92.HÎZB

  1. Ey ê ku alîkarê qelsan
  2. Ey ê ku gencîneya belengazan
  3. Ey ê ku xwedîyê belengazan
  4. Ey ê ku alîkarê dostan
  5. Ey ê ku dijminan qehr dike
  6. Ey ê ku ezmanan bilind dike û ava dike
  7. Ey ê ku belayan def dike
  8. Ey ê ku dostê welîyan
  9. Ey ê ku evîna xwedîyê teqwadaran
  10. Ey ê ku îlahê dewlemendan

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

93.HÎZB

  1. Ey pêş û paşîyê her tiştî
  2. Ey îlah û sânîê her tiştî
  3. Ey raziq û xaliqê her tiştî
  4. Ey melîk û afirînerê her tiştî
  5. Ey ê ku her tiştî fireh û teng dike
  6. Ey ê ku her tiştî tunebunê diafirîne û paşê jî dikuşe û îade dike
  7. Ey sedem û destpêka her tiştî
  8. Ey ê ku her tiştî tedbîr û terbîye dike
  9. Ey ê ku her tiştî dizivirîne û vediguherîne
  10. Ey Xwedayê min ê ku her tiştî diafirîne û dikuşe

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

94.HÎZB

  1. Ey nav ê ku tê yad kirin û yad dike de yê herî bixêr
  2. Ey nav ê şakir û meşkûran de yê herî bi xêr
  3. Ey nav ê pesn didin û pesn tê dayîn de yê herî bi xêr
  4. Ey nav ê dibîne û eşkereyan de yê herî bi xêr
  5. Ey ê ku dawete tiştê herî bi xêr dike û yê ku

herî bi xweş bersîvan dide vexwendîya

  1. Ey nav bersîvdan û bersîv têne dayînan de yê herî bi xêr
  2. Ey nav ê ku unsîyetan dide û unsîyet pê re dibeyan de yê herî bi xêr
  3. Ey nav ê ku dostên û huzurê Wî de ne de yê herî bi xêr
  4. Ey nav meqsût û matlûban de yê herî bi xêr
  5. Ey ê ku nav dost û mahbûban de yê herî bi xêr

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

95.HÎZB

  1. Ey ê ku dua dike yan re bersivan dide
  2. Ey ê ku evîndarê îteatkaran
  3. Ey ê ku nêzike yan hez dike
  4. Ey ê ku Wî dixwazin herî baş dizane
  5. Ey ê ku hêvîyê xwe girêdane re îkraman dike
  6. Ey hemberî yê ku pê re serî hîldidin re halîm e
  7. Ey ê ku hîlmê de hîkmeta xwe heye
  8. Ey ê ku hikim de ezameta xwe heye
  9. Ey ê ku ezametê de merhamet heye
  10. Ey Xwedayê min ê ku îhsaniya xwe de Qadîm

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

PDF – Cewşana Kurdî DERKET – Daxînin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *