Rojîname – 18

Ayeta Rojê

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَعْبُدُ اللّٰهَ عَلٰى حَرْفٍۚ فَاِنْ اَصَابَهُ خَيْرٌۨ اطْمَاَنَّ بِه۪ۚ وَاِنْ اَصَابَتْهُ فِتْنَةٌۨ انْقَلَبَ عَلٰى وَجْهِه۪۠ خَسِرَ الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةَۜ ذٰلِكَ هُوَ الْخُسْرَانُ الْمُب۪ينُ

“Hin ji mirovan hene ku îbadetê Xwedê ne ji dil dikin, vêca eger qenciyek li wî
bibe pê kêfxweş dibe û eger belayek bi ser de were rûyê xwe diguherîne (ji dîn
derdikeve). Bi vê rewşê li dinya û axretê ziyan kiriye. Xesereta aşkera ha ev bi
xwe ye.”

(Hecc, 11)

Hedîsa Rojê

“ Elametê munafiqan sisê ne: Gava diaxive derew diaxive, gava soz dide di sozê xwe de nasekin e û tişekî emanetê wî bikî lê xiyanetê dike.”

(Bûxarî, Îman, 1.83, 84)

Duaya Rojê

Ya Rebbê me, yê ku şev digihîne roj û roj jî digihîne şev, yê bi heybet û bilind, yê ku xwedan dilovanî û îhsana xwe zêde ye.

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel ezîz!

Mucîzewarîya Quranê, ji tehrîf û hêrifîna wê re, bûye sûr û sed. Belê, Quran madem mucîze ye, beşer nikare teqlîda wê bike. Ne mumkin e ku ayatê wê, bi lefz û kelamên din ve, tevlihev bin û werin guhirandinê û bên tehrîfkirinê. Lewra, kesên mufessîr û nivîskar û wergêr, nikarin kîswe û şêweyên xwe yên muharref û hêrifî, bi kîsweyên ayetan re, tevlihev bikin. Di ayetan de, muhr û nîşana îcazê heye. Ew kelam û gotinên ku di bin wê muhrê de nîn bin, wek ayat naynê hesibînê. Êdî ku wusan e; î’caz/mucîzewarî, guherîn û tehrîf û hêrifînê, qebûl nake.

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply