Dengê Heywanan

(Li gundê me. Hewrê/Licê/Amed)

Ga dibore.
Manga diore.
Gur dizûre.
Ker dizire.
Hesp dihîre.
Şamik dikûre.
Mirîşk diqare.
Bizin dibare.

Bizin dimehe.
Mêşin dimehe.

Kûçik diewte.
Kûçik direyî.

Pisîng miyaw dike.

Çûçik vîçvîç dike.
Kew wîtwît dike.

Kew dixwîne.

Legleg leq leq dike.

Rovî waq waq dike.

 

Hemîd Hewrewî 

———–

borîn (borebor): ga.
çivtîn-çiftîn: çûk, mişk.
ewtîn (ewteewt): kûçik.
fişîn (fişefiş): mar.
girijîn: kûçik.
hîrîn (hîrehîr): hesp.
hokîn (hokehok): hokehoka şivanan e.
kalîn (kalekal): berx.
kazîn (kazekaz): kazekaza kûçikan.
kûzîn (kûzekûz): se-kûçik.
melîn (melemel): pez.
mirijîn (wekî, dimirije tê bilêvkirin): gefxwarina kûçikan.
mirîn (miremir): pisîk.
newîn (newenew): pisîk.
nirîn (nirenir): deve-gamêş.
orîn (oreor): dewar.
qarîn (qareqar): qaz, quling.
qebîn (qebeqeb): kew.
qibeqib: şêr.
qijeqij: qijik.
qurîn (qurequr): beq.
şihîn: hesp.
varîn (varevar): mirîşk-cûcik.
vîçîn (vîçevîç): çûk, teyr.
vingîn: mêşa hingiv.
vizîn: kelmêş-moz.

*tirsik.net ê hat standin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *